Darvekirina 4 ciwanên Kurd li Munîhê hate protestokirin

Darvekirina 4 ciwanên Kurd li Îranê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd li ber Konsolosxaneya Îranê ya li Munîhê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) darvekirinên dewleta Îranê yên di demên dawî de zêde bûne, hatin protestokirin.

Girseya gel li ber avahiya Konsolosxaneya Îranê kom bû pankarta “Jin Jiyan Azadî” û wêneyên ciwanên hatin qetilkirin vekirin û daxuyaniya çapemeniyê dan.

Çalakvanan navên Mohsen Mazlûm, Muhammed Faramazî, Wafa Azarbar û Peyman Fatehî yên bi darvekirinê hatin qetilkirin xwendin û dirûşmên "Şehîd Namirin", "Jin Jiyan Azadî" û "Kujer Îran" berz kirin.