Meşa Azadiyê di roja xwe ya 12’an de ye
Meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan îro li banliyoya Villeneuve Saint Georges a Parîsê berdewam kir.
Meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan îro li banliyoya Villeneuve Saint Georges a Parîsê berdewam kir.
Meşa 25 rojan a ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, li banliyoya Villeneuve Saînt Georges a paytexta Fransa Parîsê di roja 12’an de berdewam kir.
Qonaxa meşa dirêj saet di 13:30 de dest pê kir, saet di 16:30 de heta Maîson Alfortê dewam kir.
Di tevahiya meşê de bi hezaran belavok ji bo hişyarkirina gelê derdorê hatin belavkirin, esnaf û saziyên Fransî yên li herêmê dosyayên têkildarî şert û mercên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşkêşkirin.
Koma meşê ya ji 25 kesan pêk tê, di tevahiya meşê de bi coş stran gotin, dostên Kurdan bênavber dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan berz kirin û berxwedana gerîla ya li Zapê ya destanî silav kirin.
Di meşê de ji çalakvan Yakup Çelîk mafê axaftinê girt û berxwedana leheng a gelê Kurd silav kir û got, “Ev meş ji bo azadiya Rêberê me û ji bo me fînalê ye. Divê gelê me yê rêxistinkirî girîngiyê bide vê yekê. Em spasiya hevalên ku di vê rêyê de meşiyane, di serî de meclisa herêmê, berxwedana li zindanan, têkoşîna gerîla ya ku dijmin di tunelan de bin xistiye, dikin.
Qertên di meşê de hatin berhevkirin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin pergala îşkenceyê de tê ragirtin hatin şandin.
Qonaxa meşê ya sibe (roja 13’an) wê li Bobigny ya bakurê Parîsê bê lidarxistin. Li vir konsera muzîkê bê pêşkêşkirin.