Rêxistinên Norveçî piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Ocalan Re Azadî’

Di serî de rêxistinên Piştevaniya bi Kurdistanê re, Cudahî Avakirin (Changmaker), Saziya Ciwanên Sor û Partiya Sor a Norveçî di nav de gelek saziyan, piştgirî dan kampanyana ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêve birin.

Ji Norveçê jî ji bo kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd ku ji aliyê Koma Xebatên Kurd ên li Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konrederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATU) ve hatî destpêkirin, piştgirî hate dayîn.

Di çarçoveya kampanyaya “Dem hatiye: Ji bo aşitiyek bi adilane azadî ji Abdullah Ocalan re” de, bang li Sekreteriya Giştî ya NY’ê Antonîo Guterres kirin ku bikeve tevgerê.

Rêxistinên Partiya Sor, Saziya Ciwanên Sor, Cudahî Avakirin û Piştevaniya bi Kurdistanê re diyar kirin ku wê piştgirî bidin kampanyayê û biryar dan ku wê name bişînin ji Guterres re.

Ji van rêxistinan Saziya Ciwanan a Sor (Red Youth) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê tenê serbest berdana Ocalan aşitiyê bi xwe re bîne û hate destnîşankirin ku Rêber Abdullah Ocalan şoreşger, nivîskar û siyasetmedarek Kurd e û di nava bi milyonan Kurdan de weke Rêberek hatiye qebûlkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de rêxistin û siyasetmedarên din ên Norveçî jî teşwîqî tevlîbûnê kir, çar rêxistinan li gorî banga COSATÛ’yê û diyar kirin ku wê nameyên hatîn amadekirin li ser navê xwe bişînin ji NY’ê re.

Rêxistinan bang li endamên xwe kirin ku daxwaznameyê îmze bikin, bi herkesê ku nas dikin re parve bikin û bibin parçeyek ji piştevaniya kampanyaya ji bo gelê Kurd.