Rêwiyên Strasbourgê bi rayedarên Partiya Komunist re hevdîtin kirin

Şandeyek ya rêwiyên Meşa Dirêj li Strasbourgê bi nûnerên Partiya Komunist re hatin ba hev û der barê çalakiyê de agahî dan. Rayedarên Partiya Komunist diyar kirin ku ew ê di 15’ê Sibatê de li gel gelê Kurd bin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çaresriya siyasî” de bi beşdariya 26 nûnerên 26 bajaran "Meşa Dirêj" di 21'ê Çileyê de li bajarê Lorîent ê Fransayê hat destpêkirin. Meş li bajarê Strasbourgê didome. Meşvan ji Qada Kleber a Strasbourgê heta Navenda Civaka Kurd a Demokratîk meşiyan. Li vir bi tevlîbûna siyasetmedar Ferhat Encu hevdîtina bi gel re hat lidarxistin. Şandeyek jî rêwiyên meşê bi Partiya Komunist a Fransayê re hatin ba hev.

Şandeyê der bare armanca meşê de agahî bi nûnerên partiyê re parve kirin û gotin: “Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de tecrîd bi qismî hatiye şikandin, lê armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Şandeyê anî ziman ku Komploya Navneteweyî di çarçoveya qirkirina Kurdan de di şexsê Rêber Apo de pêk hatiye û got: "Bi avakirina şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber, wê rê li ber azadî û statuya gelê Kurd vebe."

Şandeyê, Partiya Komunist a Fransayê vexwend meş û mîtînga 15’ê Sibatê ya li Strasbourgê.

Rayedarên Partiya Komunist a Fransayê jî anî ziman ku wan felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendiye. Rayedarên Partiya Komunist diyar kir ku ew Şoreşa Rojava ji nêz ve dişopînin û bal kişandin bi ser têkoşîna hevpar. Rayedaran diyar kirin ku parastina Şoreşa Rojava tê wateya parastina nirxên mirovahiyê û gotin: “Em piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Li ser vê bingehê em ê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bi gelê Kurd re bin.”