Rejîma Erdogan Wekîlên Kurdistanî yên li Swêdê jî kire hedef

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê û Federasyona Kurd a Swêdê gotin ew li piştevaniyê bi wan wekîlan re dikin, ku ji bo pirsa Kurd anîbûne rojevê medyaya AKP'ê ew kirine hedefa xwe de.

Komeke parlamenter a Partiya Karkera a Demokratên Sosyal ji 2010'an û vivr ve her sal geşedanên çar parçeyên Kurdistanê dinirxîne û ji parlamentoyê dixwaze, ''Mafê diyarkirina çarenivîsê yê Kurd'' qebûl bike.

Wekîlên Partiya Karker a Demokratên Sosyal  Lawen Redar, Laîla Naraghî, Leîf Nysmed, Serkan Kose, Teres Lîndberg, Kadîr Kasırga, Thomas Hammarberg, Roza Guçlu Hedîn, Mathîas Tegner, Johan Buser, Dag Larsson, Sultan Kayhan, Magnus Manhammar pêşniyarnameya dawî 3'yê Cotmeha bihurî dane parlamentoyê.

Piştî ku koma parlamenter pêşniyarname da bi 7 mehan medyaya AKP'ê parlamenterên ji Bakurê Kurdistanê ku îmzeya wan li ser pêşniyarnameyê hebûn, Serkan Kose, Sultan Kayhan, Kadir Kasirga û Roza Guçlu Hedîn kire hedefa xwe.

Nûçe hema hema bi hevdemî di hemû organên çapemeniyê yên medyaya AKP'ê de bi rengê, ''Li Swêdê ji wekîlên bi eslê xwe yê Tirk peşniyara kustex! Pesnê rêxistina terorê PKK'ê dan'' dan.

Wekîlên ku kiribûn hedefa xwe wêneyên wan ên berê yên bi rêveberên HDP'ê û CHP'ê re jî par ve kirin.

Kasirga li ser hedefnîşandana medyaya AKP'ê got, ev ê nikaribe wan bêdeng bike û diyar kir, ''Em her tiştî aşkere dikin û mafê xwe yê yasayî bi kar tînin. Em ê piştevaniya xwe ya bi HDP'ê û CHP'ê re bidomînin.''

Serkan Kose jî li ser hesabê xwe yê Facebookê li ser hedefnîşandan wan daxuyanî da û got, ''Navê ti hêzê, her kî bin û çi kes bin wê nikaribin me ji rêgezên demokrasiyê ku em baweriya xwe pê tînin û ji têkoşîna demokrasiyê dûr bixin. Bi çarçoweya rêgezên ku em baweriya xwe bi wan tînin em bêdeng nemena û em ê bêdeng nemînin. Li kûdera cîhanê dibe bila bibe helbet em ê azadiyan, wekheviyê, dadmendiyê û gelên çewisandî biparêzin.''

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir li dijî gefên rejîma Erdogan ên li dijî wekîlan ew ê li rex wekîlan bin, navendê her wihabi bîr xist ku 13'ê Hezîrana 2018'an Ajansa Nûçeyan a Swêdê Ekot, Radyoya Danîmarkayê ragihandin dewleta Tirk li dijî muxalîfan haziriya suîkastan dike.

Federasyona Kurd a Swêdê jî got ew qebûl nakin ku çar wekîl bikin hedefê û bang li Hikûmeta Swêd kir ku li dijî êrîşên dij demokratîk ên li ser mafên Kurdan raweste.