Rapotorê Borîss Cîlevîcs Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) bang li Tirkiye û Spanyayê kir ku girtiyên siyasî berdin.
Raportor Borîsss Cîlevîcs ê pêşnûpirsa MPKE a bi sernavê ‘Gelo siyasetmedarên dema li ser erka xwe ji ber daxuyaniyê didin bên darezandin an ne?’ amade kir, bal kişand ser hejmara zêde ya li girtîghean û diyar kir ku ji ber vîrûsa korona divê girtiyên siyasî jî di gava yekem ên kesên bên berdan de cih bigirin.
Cîlevîcs biryara gelek welatan a ji ber vîrûsê berdana girtiyan baş nêzîk bû û ev yek jî weke gavek girîng a ji ber belavnebûna pandemiyê ya li girtîgehan pênase kir.
Cîlevîcs got: “Divê siyasetmedarên Katalan ên ji ber ku rol di reforma sala 2017’an de lîstibûn û dîsa li Tirkiyeyê jî hevşaredar, hevserok û parlementerên ku hatine girtin jî ji vê tedbîrê sûdê bigirin.”