Parlementerê Partiya Demokrat Laura Boldrînî ji bo ku komkujiyên ku DAÎŞ’ê Tebaxa 2014’an di dema êrîşên xwe yên li ser Şengalê de li ser Êzîdiyan kir, wekî qirkirin ji aliyê hikûmeta Îtalyayê ve were naskirin pêşniyaznameyek pêşkeşî Parlementoyê kir. Parlementer Boldrînî di rûniştina parlamentoyê ya 21’ê Sibatê de ji bo parastina pêşniyaznameya xwe mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku divê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de sûcên li dijî Êzidiyan di zûtirîn demê de wekî qirkirin were qebûlkirin.
Boldrînî bi bîr xist ku welatên wekî Elmanya, Hollanda, Belçîka, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Brîtanya, Kanada, Portekîz, Îrlanda, Ermenîstan, Fransa û Awustralya sûcên DAÎŞ’ê yên li dijî Êzidiyan wekî qirkirin nas kirine û diyar kir ku divê Îtalya di vê mijarê de helwestekî zelal raber bike.
LI GORÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ QIRKIRIN E
Boldrînî îşaret bi xala 2’emîn ya Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku dîroka wê 1948 e kir û wiha got: “Qirkirin bizanebûn tunekirina bi qesmî an jî bi temamî ya komekî neteweyî, etnîkî, nîjadî an jî olekî ye ku kuştina endamên komê, zirarên giran dayîna li beden an jî aqlî ya endamêm komê, şert û mercên jiyanê yên ji bo bi temamî yan jî bi qismî tunekirina fîzîkî ya komê armanc dike, tedrînên ku bi armanca astengkirina zayinên di nava komê de têm gritin û zarokên komê bi darê zorê kirina nava komekî din e.”
Boldrînî diyar kir ku Êzidî rastî hemû sûcên ku di van xalan de tên ravekirin, tên.
DUH DAÎŞ ÎRO JÎ DEWLETA TIRK
Parlementer Boldrînî bal kişand ser dîroka Êzidiyan û pergala li Şengalê hatiye avakirin û wiha got: “Êzidî civakekî ku xwedî dîrokek kokdar û baweriyên xwe ne. Lê ev bawerî ji aliyê piroletiya Îslamîtî ve hedef hate girtin.”
Boldrînî bi bîr xist ku di sala 2014’an de DAÎŞ Şengalê dagir kir û zêdeyî 5000 kes qetil kir, zêdeyî 6000 jin û zarok revand û diyar kir ku îro jî bi hezaran Êzidî ji cihê xwe hatine kirin û gelek caran dibin hedefa êrîşên hewayî yên dewleta Tirk.
BÊYÎ PARASTIN HATIN HIŞTIN
Boldrînî bi bîr xist ku Êzidî li dijî DAÎŞ’ê bêyî parastin hatin hiştin û wiha got: “Dema ku qirkirin dihate kirin, Êzidî ji aliyê artêşa Iraqê û hêzên Peşmerge ên li herêmê ve bêyî parastin hatin hiştin. Ev yekîne tevî ku di aliyê hejmarê de zêdeyî êrîşkaran bûn, paşve vekişiyan. Gelê Êzidî neçar ma ku li dijî tundiya kor a DAÎŞ’ê berxwedanekî bêhêvî, lê bi biryar raber bikin.”
NASKIRINA QRKIRINÊ PÊWÎSTIYA EDALETÊ YE
Boldrînî bilêv kir ku civaka navneteweyî di sala 2014’an de li hemberî qirkirina li ser Êzidiyan bêdeng ma û destnîşan kir ku naskirina vê sûcê pêwîstiyekî edalê ye.
Boldrînî wiha got: “Komîsyona Karên Derve yê Meclîsê di 26’ê Adara 2019’an de biryarkî ku hikûmetê teşwîq dike ku civaka navneteweyî hişyar bike û ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan rêyên guncav binirxîne, girt. Lê tu hikûmetek ku ji wê dîrokê heta niha hatine guhertin, vê biryarê pêk neanîne. Ji ber vê yekê pêwîste îro Meclîs di vê mijarê de helwestekî zelal bigre.”
Boldrînî, diyar kir ku raya giştî ya cîhanê bala xwe daye pevçûnên li Xeze û Ukranyayê, lê gelek şerê ku hatine jibîrkirin dewam dikin û wiha got: “Gelê Êzidî jî ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyane û rastî qirkirinê hatine, hemû bala me û piştgiriya me heq dike.”
Herî dawî Boldrînî, bang li parlamentoyê kir ku qirkirina Êzidiyan nas bike.