Qetlîama Maraşê li Londrayê hate protestokirin

Li Londrayê rêxistinên girseyan ên demokratîk Qetlîama Maraşê şermezar kirin.

Li Londrayê rêxistinên girseyan ên demokratîk di salvegera wê ya 41’emîn de Qetlîama Maraşê şermezar kirin.

Li ser navê saziyan nivîskar Alî Erdogan daxuyaniyeke hevpar da. Erdogan got ku “Alîyê nijadperest ê dwletê û sermayedarên ji Têkoşîna Azadiyê ya Neteweyî ya Kurdan û ji tevgera ronakbîriyê hez nekirin, ev qetlîam kirin.

Di dîroka Elewiyan de gelek qetlîam hene. Cewhera Elewîtiyê ev e ku divê mirov xwe bide rex mazlûman. Heta ku yekîtî pêk neyê, wê ev qetlîam bidome.”