Polîsên Swêd di rojeva parlamantoyê de ne

Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Anders Osterberg helwesta xirab a polîsên Swêd a li dijî Kurdan anî rojeva parlamentoyê.

Ji ber helwesta xirab a polîsên  Swêd (Sapo) û Bûroya Koçberan a Swêd a li dijî Kurdan, ji hevkarê mezin ê hikûmetê Partiya Karker a Demoratên Sosyal, parlamenter Anders Osterberg helwest nîşan da.

Osterberg ji Wezîrê Koçberiyê û Dadê Morgan Johanson pirsî ji bo ku aktivîstên siyasî û mirovên ji rêzê neyên dersînorkirin ew li ser tevdîrên çawa difikirin. Osterberg nûçeya li ser daxwaza dersînorkirina jineke zaroka du  dayikan a welatiya Belçîkî û bi Swêdiyekî re zewicî di medyayê de ye, biryara dersînorkirinê dispêrin ser raporên  Sapo û li dijî vê ti delîlek nedana wan.

Osterberg her wiha got di çapemeniya Tirk de tê gotin Swêd ji bo ku 'terorîstên Kurd' teslîmî Tirkiyê bikin bi Tirkiyê re li hev kirine, nûçeyên wiha bi wan re fikaran çêdikin û bi bîr xist ku van demên dawî Tirkiye zext û zordariya li ser HDP'yiyan zêdetir kiriye.

Osterberg got, ''Tirkiye ne ku tenê dixwaze HDP'yiyê li wir tenê, dixwaze muxalîfên li derveyî welêt jî bêdeng bike. Havîna bihurî çar wekîlên ku derheqê Tirkiyê pirsname dan, bûne hedefa çapemaniya Tirk. Ji bo ku rexne li binpêkirina mafan a li Tirkiyê anîne êrîş birin ser wan û ev fikaran bi me re çêdike.''

Li ser hewldana rakirina destlênedanê ya 9 parlamenterên HDP'ê jî got, ''Em dixwazin Hikûmeta Swêd li dijî rakirina destlênedanê bisekine. Em destekê didin nûnerên hilbijartî yên gel. Em dixwazin ku Hikûmeta Swêd piştevanê wan parlamenteran bbe ku zext û zordarî li ser wan heye û tê xwestin ku destlênedana wan were rakirin.''

Osterbert her wiha got ew li dij radibin ku Polîsên Ewlehiyê yên Swêd neheqiyê li Kurdan bikin, ji bo vê pirsnameyeke niviskî dane û tê payin ku meha pêşiya me Wezareta Koçberî û Dadê bersivê bide.