Polîsên Elman êrîşî ‘Meşa Azadiyê’ kirin
Li bajarê Lahrê polîsên Elman êrîşî “Meşa Azadiyê” kir.
Li bajarê Lahrê polîsên Elman êrîşî “Meşa Azadiyê” kir.
Li gelek navendên Ewropayê ciwanên Enternasyonalîst û Kurd di 10’ê Sibatê de dest bi “Meşa Azadiyê” kirin. Polîsên Elman êrîşî baskê “Meşa Azadiyê” yê Offenburg-Lahrê kir. Li ser binçavkirina girseya ku di saetên sibehê de kom bûn, girseyê dest bi çalakiya bêîteatiya sivîl kir. Piştî ku parêzer ketin dewrê û kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Lê ciwanan dev ji berxwedanê berneda û timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Girseyê li gel provokasyon û êrîşên polîsên Elman heta nîvro meşa xwe berdewam kir. Lê girse carek din li navenda bajarê Lahrê hatin rawestandin. Hinceta rawestandinê jî dirûşm û stranên şoreşgerî yên li dijî dewleta Tirk tên berzkirin.
Polîsên Elman girse dorpêç kir. Girseyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, tilîlî û çepikan dorpêça polîsan protesto kir. Li gel dorpêça 2 saetan a polîsan jî girse heta Navenda Civaka Kurd a Demokratîk meşiyan. Girseya ku xwest bikeve hundirê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, rastî astengiya polîsan hatin.
Gelek ciwan bi lêdanê hatin binçavkirin û 4 ciwan jî di êrîşa polîsan de birîndar bûn.
Li dijî êrîşa polîsan berxwedana ciwanan didome.