Polîsan girtin ser mala nivîskar Anja Flach

Polîsan girtin ser mala nivîskar Anja Flach a ji Hambûrgê. Hate diyarkirin ku sedema serdegirtinê jî wêneyên şervanê HPG’ê Jakob R. ye yê ku şehîd bûye.

Vê sibehê polîsan girtin ser mala nivîskar Anja Flach. Di biryara serdegirtinê de hate diyarkirin ku sedema serdegirtinê ev e ku Flach di hesabên xwe yên medyaya civakî de wêneyên şervanê HPG’ê Jakob R. (Şiyar Gabar) belav kiriye.

Jakob di Tîrmeha 2018’an de li Qada Çarçellayê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de hatibû qetilkirin.

Anja Flach got ku “Polîsan ji ber wêneyekî di hesabê min ê medyaya civakî de girte ser mala min û ez ji ber vî tiştî gelekî mat mame. Dewleta Elman ji dêvila ku li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk helwesta xwe diyar bike û êrîşên dagirker ên li ser Rojava bide sekinandin, li vê derê polîtîkaya xwe ya zextan didomîne.” Di serdegirtinê de polîsan dest danîn ser komputer û telefona Anja Flach.

JÎNENÎGARIYA ANJA FLACH

Anja Flach li ser Kurdistanê pirtûkan dinivîse. Pirtûka wê ya ‘Şoreşa li Rojava’ li 10 zimanan hatiye wergerandin. Anja Flach di navbera salên 1995-1997’an de li çiyayên Kurdistanê ma û çavdêriyên xwe yên li wê derê di du pirtûkan de nivîsand. Nivîskara femînîst li ser şoreşa jinan a Kurdan pispor e û di salên dawîn de li Elmanyayê tevlî bi sedan panelan bûye. Nivîsên Flach bi rêkûpêk di servîsa Elmanî ya ANF’ê de tên belavkirin.