Polonya ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê çû ser sindoqan

Polonya ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê çû ser sindoqan. Hilbijartin dê ne tenê bandorê li siyaseta navxweyî bike, dê bandorê li pozîsyona welat a li Yekîtiya Ewropayê û siyaseta wî ya li hember Ûkraynayê jî bike.

Hilbijartinên serokomariyê li Polonyayê derbasî tûra duyemîn bû. Pêşbazî di navbera Şaredarê Varşovayê yê alîgirê Yekîtiya Ewropayê Rafal Trzaskowski û Karol Nawrocki de ye, ku ji aliyê Partiya Yasa û Edaletê ya populîst a rastgir ve tê piştgirîkirin.

Di anketan de Nawrocki %50,1, Trzaskowski jî %49,9 piştgirî digire. Encama hilbijartinê ne tenê ji bo siyaseta navxweyî ya Polonyayê, ji bo têkiliyên bi siyaseta YE û Ûkraynayê re jî wê diyarker be.

Hilbijartina Trzaskowski dikare were wateya reform û gavên pêşverû, lê serketina Nawrocki dikare were wateya politikaya dijberiya li dijî koçberiyê û dûrketina ji YE.

Encama hilbijartinê wê roja Duşemê bên eşkerekirin.