Ji Serokê Meclîsê û heyeta DEM Partiyê daxuyaniya hevpar

Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş û Hevserokên DEM Partiyê civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin. Kûrtûlmûş got, "Ji bo destpêkirina serdema nû ya li Tirkiyeyê divê em vê firsenda dîrokî bi rengê herî baş bi kar bînin."

Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş serdana Koma Meclîsê ya DEM Partiyê kir. Li gel Kûrtûlmûş Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler û Serokwekîla Komê Leyla Ûsta Şahîn jî amade bûn. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, her wiha Seorkwekîlên Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, Serokê Meclîsê Kûrtûlmûş û heyeta pê re pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de ku li ser rojeva hilbijartina Serokatiya Meclîsê bû, her wiha têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rola Meclîsê û gavên divê bêne avêtin hatin nirxandin. Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar hate dayin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Pêvajoya ku em tê de ne, Banga Aştî û Civaka Demokratîk û bûyerên piştre qewimîn wezîfe û berpirsyariyên mezin dide pêvajoyê. Me îro bi Birêz Serokê Meclîsê re ev mijar nirxand. Me derfet dît ku çareserkirina van mijaran, avakirina pêvajoya aştiyê û di demokratîkkirina Tirkiyeyê de rol û berpirsyariya parlamentê bi berfirehî binirxînin. Me ji Birêz Serok bihîst ku wê di dema pêş de komîsyona parlamentê ya ku Birêz Bahçelî qalê kiribû û em di wê baweriyê de ne ku wê tevkariyeke mezin li pêvajoya çareseriyê bike, wê dest bi kar bike. Ji ber serdana wan a nazik em spasiya wan dikin. Ji bo dema bê jî em serketinê dixwazin."

Kûrtûlmûş anî ziman ku wan li ser berpirsyariyên parlamentê yên ewlekirina yekitî û hevgirtinê û pêşvebirina pîvanên demokratîk ên Tirkiyeyê nîqaş kirine û got: "Piştî daxuyaniya ku ji Îmraliyê hat dayîn, piştî ragihandina çekdanînê, mijar anî wê radeyê ku êdî dikare li parlamentê ku navenda vîna neteweyî ye, dilê demokrasiya Tirkiyeyê ye bê nîqaşkirin. Em di wê baweriyê de ne ku divê hemû aliyên siyasî bi awayekî çêker ji vê firsenda dîrokî sûdê werbigirin da ku ev pêvajo bi lez bi encam bibe û li Tirkiyeyê ajandayeke nû were destpêkirin Ez hêvî dikim ku komîsyona ku wê di rojên pêş de li meclisê bê avakirin bi awayekî baş bixebite. Têkildarî bê ka komîsyon wê çawa were avakirin û kîjan rêbazên xebatê wê bixebitin em ê haziriyên pêşîn ên berbiçav bikin."