Îmam Çelîkdemîr piştî 30 salan serbest hat berdan

Şandeya DEM Partî û DBP’ê li Dersimê çûn serdana Îmam Çelîkdemîr ê ku di sala 1995’an de hat girtin, 30 salan li 12 girtîgehên cuda ma û bi êşkenceyên giran giran re rû bi rû mabû.

 Îmam Çelîkdemîr ê 50 salî, di sala 1995’an de hat girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Çelîkdemîr bi salan di şert û mercên dijwar ên girtîgehê de ma û piştî 30 salan doh hat berdan.

Çelikdemîr ji Girtîgeha Tîpa T ya Konya Seydîşehirê hat berdan û vegeriya Dersimê. Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) serdana Çelîkdemîr kirin. Şandeyê daxwaza başbûna xêrê kir û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan.