Pirtûkxaneya Rêbertiyê li Orebroyê stand danî

Pirtûkxaneya Gerok a Rêbertiyê li Qada Jerntorget a bajarê Orebroyê stand danî.

Pirtûkxaneya Gerok a pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide nasîn ku 4’ê Sibatê ji Stockholma Swêdê destpê kir li Ûppsala roja xwe ya yekem temam kir, îro li Qada Jerntorget a Orebroyê stand danî.

Aktivîteya ku bi dehan Kurdistanî û dostên wan cih girtin li ser navê NCDK Nadîa Salih, Ridvan Altûn û Mirhem Yîgît axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd ji bo mirovahiyê rêbazên çareseriyê dihilberîne.  

Pirtûkxaneya Gerok bi konvoy berê xwe da Helsîngborgê.

Pirtûkxane wê sibe gera xwe li Helsîngborû û Malmoyê bidomîne.