Pirtûkxaneya Rêbertî li Goteborgê ye

“Pirtûkxanaya Rêbertî” ya ku ji berhem, parêzname û broşurên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, gihişte bajarê Goteborg a Swêdê.

Di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de, çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo balê bikişînin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî didomin.

Li gelek bajarên welatên Ewropa “Pirtûkxaneya Rêbertî” digere, paradîgmaya Abdullah Ocalan jî dibe raya giştî ya Ewropa.

Yek ji van pirtûkxaneyan li bajarên Swêdê serdanên xwe berdewam dike.

Piştî bajarên Helsînborg û Malmoyê, “Pirtûkxaneya Rêbertî” doh êvarî gihişte Goteborgê.

“Pirtûkxaneya Rêbertî” îro jî li bajarê Goteborgê bi konvoyekê ji Backaplanê kete rê heta navenda bajêr.

Konvoya ku ji aliyê Kurdistaniyan ve rastî eleqeyek mezin hatî li Brûnnsparkê standa xwe danî.

Di standa ku ji pirtûk, berhem û broşurên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên de, axaftvanan paradîgmaya di nava berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dan nasandin.

Stand piştî axaftinan bi dawî bû.