‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Berlînê di roja 2’an de ye

Li Berlîna ku paytexta Elmanyayê ye pirtûkxaneya gerok a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje, di roja duyem de dom kir.

Pirtûkxaneya gerok a ku pirtûk û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li raya giştî ya Ewropayê dide naskirin îro li Alîce-Salomon-Platz a navçeya Hellersdorf, S Bahn Frankfurter Allee ya navçeya Frîedrîchshaîn û U-Bahn Eberswalderstraße ya navçeya Prezlauer Bergê bûn.

Aktîvîstan “Pirtûkxaneya Rêbertî” li aliyekê broşurên ku li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav kirin, li aliyek din di stanta vekirin de pirtûkên Ocalan ên bi wergera Elmanî dan nasîn.

Aktîvîstan ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di derbarê şert û mercên tecrîda li Îmraliyê de kesên serdana standê dikin agahdar kirin.

Her wiha aktîvîstan di derbarê kampanya “100 sedem ji bo darizandina dîktator” îmze kom kirin.