‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li bajarê Malmoyê bû
Di sala 22’emîn a komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pirtûkxaneya pirtûkên Abdullah Ocalan hate vekirin.
Di sala 22’emîn a komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pirtûkxaneya pirtûkên Abdullah Ocalan hate vekirin.
Li bajarê Malmoyê yê Swêdê pêşangeha pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.
Kurdistanî li qada Mollenvagstorgetê hatin ba hev û ji bo protestokirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin
Hevseroka NCDK’a Swêdê Nadîa Saleh di çalakiyê de diyar kir ku ev 3 roj in pirtûkxaneya pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Stockholm, Ûppsala, Orebro, Helsîngborg geriyaye û gihiştiye Malmoyê.
Hevserokê NCDK’a Swêdê Ridvan Altûn jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê paradîgmaya konfederalîzma demokratîk e û gelê Kurd ji bo danasîna berhemên Abdullah Ocalan vê pirtûkxaneya gerok ava kirine.
Altûn diyar kir ku wê pirtûkxaneya biçe gelek bajarên Swêdê û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku di 7’ê Sibatê saet di 13.00’an de li Qada Gostaf Adolf a Goteborgê biçin pêşiya pirtûkxaneyê û tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê bibin.