Pirtûkxaneya gerok a ku Abdullah Ocalan dinirxîne li Hambûrgê bû
Pirtûkxaneya gerok a ku pirtûkên fikir û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide nasandin, li bajarê Hambûrg a Elmanyayê bû.
Pirtûkxaneya gerok a ku pirtûkên fikir û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide nasandin, li bajarê Hambûrg a Elmanyayê bû.
Pirtûkxaneya gerok a di çarçoveya kampanyaya “Dem Hatiye: Ji bo Abdullah Ocalan azadî” de, berî niha li bajarên Bremen û Oldenbûrgê rastî eleqeyek mezin hat, vê carê gehişt Hambûrgê.
Di pirtûkxaneya gerok de, pirtûkên ku bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wergerî Elmanî hatîn kirin bê pere tê belavkirin.
Hevseroka Partiya Çep a Hambûrgê Parlementer Cansû Ozdemîr jî pêşwaziya pirtûkxaneyê kir.
Ozdemîr got: “Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Elman ve weke terorîst were naskirin jî, ew di nava gelên cîhanê de weke kesek xwedî fikir û fîlozof tê zanîn.”
Ozdemîr diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd û fikrên wî anîna gel civaka Elman girînge û wiha got: “Fikrên Abdullah Ocalan li Rojava şînbû û jiyan dît.”
Pirtûkxaneya gerok li navenda gara trenê û Altona jî geriya.