Pirsgirêka Kurd wê li meclîsa Elman bê nîqaşkirin
Li Meclîsa Federal a Elman wê vê Înê bi sernavê "Perspektîf û firsendên rojane yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn" konferansek bê lidarxistin.
Li Meclîsa Federal a Elman wê vê Înê bi sernavê "Perspektîf û firsendên rojane yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn" konferansek bê lidarxistin.
Di vê demê de ku li Rojhilata Navîn bi taybetî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûyerên krîtîk diqewimin, Meclîsa Federal a Elman îro ji kombûneke girîng re mêvandariyê dike. Li avahiya "Marîe-Elîsabeth-Luders-Haûs" a Meclîsa Federal, wê bi sernavê "Perspektîf û firsendên rojane yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn" konferansek pêk were.
Tevî gelek siyasetmedar û pisporên ji Tirkiye û Kurdistanê wê gelek kes ji Elmanyayê beşdarî konferansê bibin. Konferans wê saet di 10:00 de dest pê bike û heta êvarê bidome.
GELEK KES TEVLÎ KONFERANSÊ DIBIN
Parlamentera Partiya Çep a li Parlamenta Federal Hêlîn Evrîm Sommer û ji Weqfa Rosa Luksembûrgê Dr. Borîs Kanzleîter wê di destpêka konferansê de biaxivin. Konferans wê bi pêşkêşiya "Sedem û piştperdeya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn" dest pê bike ku wê ji aliyê dîroknas Îsmaîl Kupelî ve bê kirin.
Piştre bi beşdariya Serokwekîla Meclîsa Federal Claûdîa Roth, ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsa Federal Serokwekîl Dr. Danîela de Rîdder û Berdevkê Têkiliyên Derve ya Partiya Çep Stefan Lîebîch wê panelek pêk were. Tevî endamê Partiya Çep wê gelek kesayetên ji Partiya Keskan û SPD'ê jî li hev kom bibin. Panel wê bi sernavê "Polîtîkaya Elman û pirsgirêka Kurd" bê lidarxistin.
Piştî nîvro jî wê panelek bi sernavê "Başûrê Kurdistanê ya di navbera Hewldana Serxwebûnê ya Serneketî û Otonomiya Herêmî" were kirin. Serokwekîlê Meclîsa Herêma Kurdistana Federe Hemîn Hawramî û Dîrektorê Weqfa Zanistî û Polîtîkayê Prof. Dr. Volker Perthes weke qiseker beşdar bibin.
Piştre wê bi navê "Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di navbera rêveberiya xweser a bi metirsiyê rû bi rû ye û restorasyona rejîma Esad de ye" panelek pêk were. Di vê panelê de jî wê Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û nivîskar Anîta Starosta pêşkêşiyê bikin.
Panela dawî ya konferansê jî wê bi sernavê "Tirkiyeya Erdogan a di navbera zextê û têkoşîna demokrasiyê de" bê kirin. Hevserokê HDP'ê Prof. Dr. Mîthat Sancar, Parlamenterê CHP'ê Dr. Sezgîn Tanrikûlû û Dr. Dîlek Kûrban wê di vê panelê de biaxivin.