BI DÎMEN

Ahmed Karamûs: Em li benda her kesî ne ku tevlî mîtînga li Kolnê bibin

Di salvegera 11'emîn a berxwedana Şêx Seîd de 27-28'ê Hezîranê li Brukselê konferansek, 29'ê Hezîranê jî li Kolnê mîtîngek tê lidarxistin. Hevserokê KNK'ê bang li her kesî kir ku ji bo xwedîderketina li nirxên neteweyî tevlî mîtînga li Kolnê bibin.

AHMED KARAMÛS

Salvegera 100'emîn a serhildana Şêx Seîd nêzîk dibe ku di damezrandina Komara Tirkiyeyê de ji ku sozên ji Kurdan re hatin dayin bi cih nehatin anîn û mafên wan hatin destpêkirin, pêk hatibû. Berxwedana ku ji aliyê Tevgera Azadî ve ji bo teslîmkirina mafên Kurdan destpê kir, ji aliyê dewleta Tirk ve bi rengekî giran hate tepisandin. Şêx Seîd û 46 hevalên wî 29'ê Hezîrana 1925'an li Amedê hatin darvekirin.

Di nava 100 salên derbasbûyî de ne dewleta Tirk dest ji polîtîkaya xwe ya înkar û îmhayê berda, ne jî Kurdan dest ji lêgerîna li mafên xwe berdan. Di salvegera 100'emîn a berxwedana Şêx Seîd de bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Belçîka Brukselê ji bo 2 rojan konferansek tê lidarxistin. Heman piştî konferansa 27-28'ê Hezîranê wê di 29'ê Hezîranê de jî li bajarê Koln ê Elmanyayê meş û mîtîngek bê lidarxistin.

Têkildarî konferansa li Brukselê û mîtînga li Kolnê, Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs ji ANF'ê re axivî.

Karamûs anî ziman ku piştperdeya serhildanên li Bakurê Kurdistanê yên di dîroka Komarê de hatin kirin hîn nehatiye ronîkirin û destnîşan kir ku ev serhildanên bi daxwaza maf û azadiyê hatin ikrin divê ji aliyê Kurdan ve baş bêne fêhmmkirin. Karamûs diyar kir ku ew dixwazin nîqaş bikin bê berî û piştî serhildana Şêx Seîd çi bû, piştperdeya wê ya dîrokî çi bû, çi bi xwe re anî û konferansa di salvegera Peymana Lozanê de bi bîr xist ku bi heman rengî pêk hatibû.

MAFÊN KURDAN BI PEYMANA LOZANÊ HATIN DESTESERKIRIN

Karamûs ragihand ku bi Peymana Lozanê re neheqiyeke gelekî mezin li Kurdan hate kirin, serhildana Şêx Seîd jî li hemberî vê neheqiyê destpê kir û anî ziman ku li dora Şêx Seîd gelek derdorên pêşverû û rewşenbîr hebûn ku di asta akademîk de kar kirin. Karasûs destnîşan kir ku beriya sala 1921'ê hemû mafên çandî, qanûnî û destûra bingehîn ên ji kurdan re hatin dayin bi Peymana Lozanê re hatin desteserkirin û ragihand ku ev rewş bû sedem ku Kurd serî hildin. Karamûs destnîşan kir ku daxwazên Şêx Seîd û hevalên wî hîn jî derbasdar in û işaret bi nîqaşên heyî yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê kir û got, pirsgirêk tenê di çarçoveya demokrasiyê de bi avêtina gavên qanûnî û destûra bingehîn dikare bê çareserkirin.

Karamûs işaret bi israra Kurdan a ji bo çareseriyê kir û got, "Ev konferans di heman demê de daxwaza rûbirûbûnê ye. Eger bi rastî jî aştiyek tê xwestin, divê ev neheqiya li Kurdan hatiye kirin bê qebûlkirin." Karamûs işaret bi dezenformasiyona îdeolojîk a dewleta Tirk a li ser serhildana Şêx Seîd kir û ragihand ku bi daxwaza reşkirina serhildana Şêx Seîd navê 'paşverûtiyê' lê hate kirin. Karamûs destnîşan kir ku serhildana Şêx Seîd berevajî îdîayên dewleta Tirk serhildaneke bi daxwaza maf û azadiyê ye. Ahmed Karamûs diyar kir ku wê di konferansê de hemû aliyê serhildanê binirxînin, endamên girîng ji bo têkoşîna heyî ya Kurdan werbigirin û kesayetên ku di vê mijarê de karên girîng kirine wê beşdarî konferansê bibin.

JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIVÊ KURD BI HEV RE TEVBIGERIN

Karamûs ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan bal kişand ser girîngiya tevgera li ser zemînên hevpar û destnîşan kir ku konferans ji bo yekîtiya Kurdan girîng e. Karasmûs got, "Serhildana Şêx Seîd ji bo daxwazên demokratîk û neteweyî destpê kir. Piştî Şêx Seîd serhildanên Dersim, Agirî, Koçgirî, Zîlan û Sasonê pêk hatin û aliyê hevpar ê hemû serhildanan daxwaza wan a ji bo azadî û mafên demokratîk ên Kurdan bû. Em ji vir jî dibînin ku dûrî cudahiyên îdeolojîk Kurdan ji bo mafên xwe yên neteweyî û demokratîk têkoşiyan. Em jî dixwazin di vê konferansê de bibînin ku dikarin vî ruhî careke din bi dest bixin."

Karamûs bi bîr xist ku akademîsyenên pispor, lêkolîner û rewşenbîrên pispor wê tevlÎ konferansê bibin.

Karamûs anî ziman ku piştî konferansê wê 29'ê Hezîranê li Kolnê meş û mîtîngeke girîng bê lidarxistin û bang li Kurdan hemûyan kir ku beşdarî vê mîtîngê bibin.