Pirsa alîkariya ji bo Rojava li wezîrê Swêdî hate kirin

Partiya Çep a Swêdê bal kişand ser zor û zehmetiya şandina alîkariya însanî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji Wezîrê Alîkariya Derve ya Swêdê xwest ku ji bo şandina alîkariyê bikevin nava hewldanan.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Yasmîne Poîso bi pêşnûmeyeke nivîskî negihîştina alîkariya însanî ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê xist rojeva parlamentê.

Poîso ji Wezîrê Alîkariya Deve Peter Erîksson xwest bersiva pirsê bide. Poîso bi bîr xist ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên sala 2019'an li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mirov neçar man ku ji cih û warê xwe bibin.

'REWŞ LEZGÎN E'

Poîso diyar kir ku hêzên Kurd ên ku çeteyên DAÎŞ'ê têk birin û çeteyên DAÎŞ'ê girtine, dibin hedefa êrişên dewleta Tirk û got, "Pêwîstiya Sûriyeyê bi alîkariya însanî heye. Swêdê di dema şer de alîkariya aborî kir, lê belê niha rewş careke din lezgîn e."

Poîso bi bîr xist ku hikumeta Swêdê Cotmeha derbasbûyî biryar da ku 100 milyon kron alîkariyê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bike ku ji ber êrişên Tirkiyeyê zerar lê bû û diyar kir ku carna nepêkane ew karibin alîkariyê bigihînin herêmên Kurdan.

Poîso ji Wezîrê Alîkariya Derve Peter Erîksson xwest ku ji bo alîkariyê bigihînin bikeve nava hewldanan.