Pîrozbahiyên Newrozê yên li Brîtanyayê hatin betalkirin

Ji ber vîrûsa koronayê, pîrozbahiyên Newrozê yên li Brîtanyayê hatin betalkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Brîtanyayê ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve hatin plankirin, ji ber vîrûsa koronayê hatin betalkirin.

Meclîsê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku şewba vîrûsa korona gihîştiye asteke metirsîdar.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, tevî pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adarê ya li Londonê, pîrozbahiyên Newrozê yên 22'ê Adarê li Skoçyayê, 24'ê Adarê li Lîverpoolê, 29'ê Adarê li Sheelfîeldê û 5'ê Nîsanê li herêma Baf a Londonê hatin betalkirin.

Her wiha Resepsiyona Newrozê ya 24'ê Adarê ya li Parlamenta Brîtanyayê jî ji neçarî hatiye betalkirin. Lîderê Partiya Karker Jeremy Corbyn, gelek parlamenteran, nivîskar, akademîsyen û hunermendan ragihandibûn ku wê tevlî resepsiyonê bibin û peyam şandibûn.

FESTÎVALA FÎLMÊN KURD A LONDONÊ HATE BETALKIRIN

Tevî pîrozbahiyên Newrozê her wiha 11'emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê jî ji ber vîrûsa koronayê hate betalkirin. Festîval wê di navbera 24'ê Nîsanê û 2'ê Gulanê de bihata lidarxistin.