Peymana Stenbol û qetilkirina jinan li rojeva Swêdê ye

Parlementera Swêdî Amîneh Kakabaveh gotûbêjên Peymana Stenbol a li Tirkiyeyê bi pêşnûme pirsekê bire rojeva parlementoya Swêdê.

Li ser gotûbêjên derketina ji Peymana Stenbolê ya li Tirkiye ku ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ya ku li Tirkiye û Kurdistanê rê li ber gotûbêj û şideta li ser jinê zêdetir kir, di rojeva Parlementoya Swêd, medya û raya giştî de ye.

Parlementera serbixwe Amîneh Kakabaveh li ser Peymana Stenbolê pêşnûmepirsek pêşkêşî Wezîra Karê Derve ya Swêd Anna Lînde kir. Lînde bersiva pêşnûmeya Kakabaveh da û diyar kir ku peymana ku weke Peymana Stenbolê hatiye binavkirin, armanca wê astengkirina tundiya li jinê ye, daxuyaniyên derketina ji peymanê ya rêveberên Tirk fikaran çêdike.

Wezîra Karê Derve Lînde destnîşan kir ku rêznedayîna mafê mirovan, rêgezên demokrasî û hiqûqê yên dewletan, cihêkariya li ser jinê û şideta cinsî kirine rojev.

Her wiha Lînde daxuyakirin ku Konseya Ewropa, Peymana Stenbolê  ji bo şideta li ser jinê ya bide sekinadin û dîsa ji bo têkoşîna li hember şideta nava malê girtin, mîna amûrekê ye, ji bo peyman di pratîkê de jî pêk bê, hikûmeta Swêdê kar dike.

Lînde diyar kir ku di dema şewbê de tundiya li ser jinê ya li Tirkiyeyê zêde jî bûye, li Yekîtiya Ewropayê jî kiriye rojev.

Lînde anî ziman ku li Tirkiyeyê di çarçoveya lihevkirinên Swêd a li gel Tirkiyeyê destekê dide rêxsitinên civaka sivîl, çapemenî û hêzên din ên veguher bi taybet ên têkoşînê ji bo mafê jinan û wekheviyê didin.

Kakabaveh bersivên Lînde ya ji bo pêşnûme pirsê têrker nedît û diyar kir ku divê Swêd berî niha derbarê Peymana Stenbolê de daxuyanî bide û heta niha nedayîna daxuyaniyan jî weke kêmaniyek dît.

Kakabaveh a ji ANF’ê re axvi, îdîa kir ku Wezîra Karê Derve ya Swêdê Lînde a polîtîkayeke femînîst dişopîne, li ber gotinên neyînî yên Serokkomarê Tirk Erdogan û rêveberên hikûmetê bêdengmayîn nayê qebûlkirin.

Kakabaveh destnîşan kir ku divê Lînde li Yekîtiya Ewropa û hemû platformên din ên navneteweyî bide nîşandan ku Peymana Stenbolê ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû welatan girîng e. Kakabaveh got: “Min bersiva Lînde têrker nedît. Di demekê de rayedarên Tirk daxuyaniyên ku vekişîna ji peymana Stenbolê dide, divê ev daxuyanî rexne bikira û li pişt peymanê bisekinîba. Ji bo Lînde li ser vê mijarê baxive, divê mijar bi pêşnûme pirsekê bikeve rojeva parlementoyê. Divê ev daxuyanî berî niha bidaba.1

Ajansa Nûçeyan TT jî bal kişand ku di dema desthilata AKP’ê de şideta û qetilkirina li ser jinê zêde bûye û daxuyaniyên vekişîna ji Peymana Stenbolê ya Tirkiye ku îmza kiriye kir rojeva xwe. Di nûçeya TT a bi aboneyên xwe re parve kir de, bal kişand ser daneyên aktivîstên mafê jinan û diyar kir ku ji serê salê û heta niha piranî ji aliyê xizmên xwe ve nêzî 250 jin hatine qetilkirin.

Şefa Beşa Tirkiye ya Navenda Olof Palme Helîn Şahîn jî diyar kir ku bi taybet di dema şewba koronayê de tundiya li ser jinê zêdetir bûye. Şahîn got: “Bi rewşa awarte rêgezên dewleta hiqûqê têk bir, tundî rewa kir. AKP li dijî tevgera LGBTÎ jî bi MHP’ê ya rastgir re tifaq kir.”

Şahîn diyar kir ku li Tirkiyeyê tevgerên jin bi hêz in û xwe baş rêxistin kirine. Şahîn destnîşan kir ku peyman nayê pêkanîn û qetilkirina jinan nayê lêpirsîn.