Peymana li ser Şengalê li Bremenê hate protestokirin
Peymana li ser Şengalê ya ku di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de bi hevkariya Tirkiyeyê hatibû kirin, li bajarê Bremenê yê Elmanyayê hate protestokirin.
Peymana li ser Şengalê ya ku di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de bi hevkariya Tirkiyeyê hatibû kirin, li bajarê Bremenê yê Elmanyayê hate protestokirin.
Kurdistanî saet di 14.00’an de li pêşiya îstasyona trênê ya navendî kom bûn û diyar kirin ku ew ê peymana li ser Şengalê ya ku di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de bi hevkariya Tirkiyeyê hatibû kirin, tu carî qebûl nekin.
Di mîtîngê de axaftina li dijî dagirkeriyê hate kirin û belavok hate belavkirin.
Çalakî bi sloganên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.