Peyama KCK'ê ya ji bo Newroza Frankfûrtê: Sala 2024'an sala seferberiyê ye

Bi deh hezaran kes bi dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' li Newroza Frankfûrtê hatin ba hev. KCK'ê ji bo pîrozbahiyê peyamek şand û got, "Divê em sala 2024'an veguherînin saleke encamgir. Em sala 2024'an weke sala seferberiyê digirin dest."

NEWROZA FRANKFÛRTÊ

Newroza îsal a fînalê ku ji aliyê KON-MED’ê ve di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku 10’ê Cotmeha 2023’yan ji aliyê dostên Kurdan ve li seranserî cîhanê hate destpêkirin, bi dirûşmeya “Newroz Azadî ye, Azadiya Te Azadiya Me ye” tê pîrozkirin. Pîrozbahî li Rebstockparkê pêk tê. Bi hezaran kesên ji eyaletên cuda yên Elmanyayê herikîn qada Newrozê.

Li qada ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, posterên şehîdên Newrozê jî hatin vekirin.

Li qadê teknîka şer a nû ya HPG'ê ya li dijî balafirên bêmirov SÎHA’yê jî bi dirûşmeyan hate slavkirin. Li qadê gelek caran dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" tên berzkirin û gerîla tên silavkirin.
Jin û mêr bi cil û bergên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn, ciwan jî alên YPG-YPJ’ê û PKK'ê hilgirtin.
Newroz piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Hevserokên Federasyona FCDK-Kawa gotin, "Di serî de em Rêber Apo û tevahiya têkoşerên azadiyê yên li hemû cîhanê silav dikin. Em xwedî li peyamên ku li Kurdistanê hatine dayîn derdikevin."
Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça got, "Pêwîste em Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Em bang li dewleta Elman dikin: Dest ji hevkariya bi Erdogan re berdin. Kurdên koçî Ewropayê kirin, ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Dewletên Ewropayê naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin."
Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok, jî diyar kir ku ew Newrozê diyarî Ronahî û Bêrîvanan dikin. Gok got, "Gelê Kurd di vê qadê de biryara xwe daye. Vîna we wê zincîrên Îmraliyê bişikîne. Rêber Apo wê ji Îmraliyê derkeve û Newrozê bi hev re li Amedê pîroz bike. Di hizûra we de em bang li SPD, Keskan û rîberallan dikin: Di şexsê Tahîr Koçer de hevrêyên me serbest berdin."
Piştî axaftinan koma Med Hunerê derketin ser dikê.
Piştî pêşandanên muzîka Med Hunerê peyama ku KCK'ê ji Newroza Frankfûrtê re şandibû hate xwendin.
Di peyama Konseya Rêveber a KCK’ê de ev tişt hatin gotin:
"Îro yek ji rojên herî girîng ên dîrokê Newroz e. Em we hemûyan bi germahiya agirê Newrozê silav dikin û Newroza we pîroz dikin. Bi xêr hatin vê pîrozbahiya Newrozê ya bi wate. Di şexsê we de em careke din Newroza gelên qedîm ên Mezopotamyayê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jin, ciwan, kedkar û hemû bindestan pîroz dikin.
Newroz li dijî zilm, koletî û mêtingeriyê serî rakirinek bi hêz e. Sembola berxwedanê ya gelê Kurd, gelên Mezopotamyayê ye ku li dijî zilma Dehakan serî hildan, li ber xwe dan û bi ser ketin. Gelê Kurd bi hezaran salan bi hesreta azadiya xwe Newroz pêşwazî kir û bi coş pîroz kir. Gelê Kurd ku avakerê Newrozê ye, di tevahiya dîrokê de li dijî zext û mêtîngeriyê li ber xwe daye û kevneşopiya Newrozê dewam kiriye. Weke ku Rêber Apo jî anî ziman gelê Kurd weke gelê Newrozê hebûna xwe domandiye û jiya ye. Bi vê wesîleyê em careke din Newroza gelê Kurdistanê yê welatparêz pîroz dikin. Em silav, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêşî hemû dost û jinên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixebitin û bi salan e bi baweriya jiyana demokratîk û azad li cem têkoşîna gelê Kurd in, dikin û Newroza wan yek bi yek pîroz dikin. Xebatên ku dostên Kurdan bi kampanyaya azadiyê bi rê ve dibirin û dimeşand, wate daye Newroza 2024'an û xurt kiriye. Di dîroka Kurdistanê de Newroz weke berxwedana gelê Kurd û gelan a li dijî zilmê bi pêş ketiye.
Ev kevneşopiya watedar a ku tê wateya berxwedana mazlûman a li dijî zaliman, bi pêşengiya PKK’ê berxwedana gelê Kurd ev nîv sedsale wateya xwe mezintir kir û bi azadkirinê re dewam dike. Di serdema me de Mazlûm Dogan Newroz ji nû ve zindî kir. Di sala 1982'an de bi vêxistina agirê Newrozê ya li dijî zilmê li zindana Amedê dest bi wê berxwedana mezin kir û bû Kawayê serdema me. Bi vê wesîleyê em di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan de hemû şehîdên Newrozê bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.
Di çarçoveya kampanya azadiyê ya di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi armanca 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' hat destpêkirin, heta niha çalakiyên gelekî girîng, watedar û mezin hatine lidarxistin. Pêngava ku ji aliyê komek dostan ve hate destpêkirin, bi piştgiriya bi hezaran rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hunermend, karker, kedkar, jin û ciwanên cîhanê ku ji îdealên azadî û demokrasiyê bawer dikin û têdikoşin, mezin bû. Em careke din spasiyên xwe pêşkêşî her kesên ku piştgirî dane û tevlî xebatê bûne, dikin. Heta roja îro, weke tevger me hewl dan bi hemû hebûna xwe li cem pêngava ji aliyê dostên me ve hatiye destpêkirin, bisekinin. Helwestên hevgirtinê yên gelan, jinan û dostan ya bi têkoşîna me û Rêber Apo re em gelekî serbilind kirine, kêfxweş kirine û baweriya me ya bi nirxên gerdûnî xurt kirine.
Newroza 2024'an di çarçoveya pêngava azadiyê de li her derê ji aliyê gelê me ve tê pîrozkirin. Ev nêzîkatî û helwesteke gelekî watedar e. Em di wê baweriyê de ne ku bi Newroza 2024'an re wê pêngava azadiyê xurtir bibe û bigihêje qonaxeke nû. Niha divê em encamên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û hêviyên gelê Kurdistanê yên azadiyê pêk bînin ava bikin. Ji bo vê pêwîste em li her derê têkoşîna xwe xurt bikin.
Tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo tê ferzkirin, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li dijî welatê me û gelê me bi ti awayî nayên qebûlkirin. Ev sê sal in ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Li Îmraliyê hiqûq bi temamî ji holê rabûye. Bêhiqûqiya herî mezin a li cîhanê tê pêk anîn. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku li Îmraliyê tecrîda mutleq li ser Rêber Apo ferz kiriye, êrîşên xwe yên dagirkerî û qirkirinê yên li dijî gelê me hê jî zêde dike. Êrîşên wan ên li ser Kurdistanê û bi taybet Rojava di çarçoveya sûcên şer de ne. Êrîşên li Rojava bi awayekî eşkere sûcê şer e. Niha jî ji bo qirkirina Kurdan pêk bîne planên nû dike. Weke tevger û gel, ti tehamula me li hemberî tecrîd û pêkanînên êşkenceyê, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên rejîma paşverû, faşîst, înkarker û nîjadperest nîne.
Divê em têkoşîna xwe ya li dijî tecrîd, êşkence, dagirkerî, qirkirin û mêtingeriyê mezin bikin û sala 2024'an veguherînin saleke ku divê em encamê jê bigirin. Em sala 2024'an weke sala seferberiyê dinirxînin û wiha nêz dibin. Divê gelê me û dostên me jî wiha bigirin dest û li gorî vê divê di nav têkoşîneke xurttir de bin. Pêngava azadiyê sekin û tevlîbûne bi vî rengî ji me hêvî dike. Em bawerin ku em ê bi hev re vê yekê bi ser bixînin û encamê bigirin. Li ser vê bingehê em Newroza we ya 2024'an careke din pîroz dikin, têkoşîna we silav dikin û serketinê ji we re dixwazin."
Dema ku peyama KCK'ê ya Newroza Frankfûrtê hate xwendin li qadê gelek caran dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate berzkirin.