PE’yê bang li Tirkiyeyê kir ku pergala qeyûmê rake

Parlamentoya Ewropayê di biryara xwe ya têkildarî Tirkiyeyê de diyar kir ku qeyûm êrîşekî eşkere ye ku herêmên Kurd hedef digre. PE’yê xwest pergala qeyûmê were rakirin û banga çareseriya pirsgirêka Kurd kir.

Di biryara 13’ê Sibatê ya Parlamentoya Ewropa (PE) ya têkildarî tayînkirina qeyûman ji aliyê dewleta Tirk ve de hate destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman bêhiqûq e û cezayên ku li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatine birîn, xwe dispêrin îdiayên bêbingeh. Parlamentoya Ewropa diyar kir ku tayînkirinên qeyûman bi taybet li Kurdistanê zêde ne û banga çareseriya pirsgirêka Kurd û rakirina pergala qeyûmê kir.

‘QEYÛM ÊRÎŞEKÎ EŞKERE YE KU HERÊMÊN KURD HEDEF DIGRE’

Di biryarê de qanûnên bi hejmara 150 û 136 ên rêznameya navxweyî ya Parlamentoya Ewropayê li ber çavan hate girtin û hate diyarkirin ku ji ber xirabûna domdar a Tirkiyeyê a li serweriya hiqûqê û rêza li mafên mirovan, pêvajoya beşdarbûnê ji sala 2018’an ve hatiye rawestandin. Hate diyarkirin ku Tirkiye rayedarên ku bi qanûna têkoşîna terorê hatine hilbijartin, siyasetmedarên muxalîf û parêzvanên mafên mirovan bi awayekî sîstematîk hedef digre. Di biryarê de hate gotin ku tayînkirina qeyûman li şûna serokên şaredariyan û endamên meclîsa şaredariyê yên ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin, êrîşekî eşkere ye ku herêmên Kurd hedef digre.

Di biryarê de hate bibîrxistin ku ji hilbijartinên xwecihî a 2018’an ve qeyûm tayînî 8 şaredariyên Partiya  Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û CHP’ê hatiye kirin. Di biryarê de wiha  hate gotin: “Hevşaredarên DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş (Colemêrg) û Abdullah Zeydan ( Wan) jî di nav de gelek hevşaredar bi îdiayên bêbingeh ên têkildarî terorê hatine girtin û ceza girtine; Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi gelek pirsgirêkên hiqûqî û dîskalîfiyeya muhtemel rû bi rû ye.”

BANGA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD

 Di biryara Parlamentoya Ewropayê de ev tişt hatin parvekirin:

* Dûrxistina keyfî û girtina şaredarên ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin û li şûna wan tayînkirina qeyûmên nehilbijartî yên ku rêgezên demokratîk binpê dike û bi milyonan hilbijêran ji mafên wan bêpar dihêle, şermezar dike;

* Şaredarên ku bi riyên demokratîk hatine hilbijartin, heta ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ji hêla dadgehê ve bi delîlên pêbawer ên ku piştrast dike ku peywira xwe xirab bi kar anîne nebin, divê vegerin ser karê xwe;

 * Ev kiryarên ku bandorê li ser rêveberiya xwecihî, bi taybetî li herêmên ku piraniya wan Kurd in, dike rê li ber fikaran vedike; divê ji nû ve dest bi pêvajoya aştiyê ya Kurd bê kirin;

* Li gorî pêşniyarên Konseya Ewropayê û Komîsyona Venedîkê, ji bo rakirina pergala qeyûman û serxwebûna darazê ji nû ve bê misogerkirin, banga reforma darazê dike;

* Bang li Tirkiyeyê dike ku polîtîkayên xwe li gorî PMME’yê re sererast bike û di çarçoveya xala 46'an a PMME'yê de hemû biryarên DMME’yê, di dozên binçavkirina siyasî de jî bi temamî bi cih bîne;

* Bi bîr xist ku alîkariya madî ya ku di çarçoveya IPA III û NDICI de ji Tirkiyeyê re tê dayîn, bi şertê rêzgirtina dewleta hiqûqê û mafên bingehîn ve girêdayî ye û divê fonên têr dike ji civaka sivîl re were veqetandin;

* Biryardariya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo piştgirîkirina demokrasî, mafên mirovan û serweriya hiqûqê ya li Tirkiyeyê dubare dike û bang li YE’yê dike ku rewşê ji nêz ve bişopîne û tedbîrên pêwîst ên dîplomatîk bigire; Daxwazê ji Alîkarê Serokê Mafên Mirovan dike ku li ser sepandina tedbîrên sînordar ên li gorî Rejîma Sizayên Mafên Mirovan ên Cîhanî yên Yekîtiya Ewropayê li dijî karbidestên Tirk ên ku wekî bawermend tevdigerin û banga nirxandina tedbîran dike;

* Talîmatê dide Serokê Yekîtiya Ewropayê ku vê biryarê ji Konseyê, Komîsyon, Alîkarê Serokê Mafên Mirovan, Konseya Ewropayê û rayedarên Tirkiyeyê re bişîne.”