Partiya Çepgir a Swêd dixwaze ambargo li ser Tirkiyeyê were danîn
Partiya Çepgir a Swêd li ser doza girtina HDP'ê û ji wekîltiyê xistina Gergerlîoglu xwest ku Swêd û Yekîtiya Ewropayê ambargoyê li ser Tirkiyeyê deyne.
Partiya Çepgir a Swêd li ser doza girtina HDP'ê û ji wekîltiyê xistina Gergerlîoglu xwest ku Swêd û Yekîtiya Ewropayê ambargoyê li ser Tirkiyeyê deyne.
Wekîlê Partiya Çepgir a Swêd û Berdevkê Karê Derve Hakan Svennelîng li ser ji wekiltiyê xistina wekîlê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu û doza girtina HDP'ê vîdeoyek belav kir û xwest ku li ser Tirkiyeyê ambargo were danîn.
Svennelîng got divê cîhan helwesteke xurt nîşan bide dijî ji wekiltiyê xistina Gergerlîoglu.
Svennelîng xwest ku Swêd û Yekîtiya Ewropayê bi rengekî xurt Tirkiyê şermezar bikin, diyar kir ku îro Partiya Çepgir a Swêd wê mijarê bînin Komîsyona Polîtîkaya Karê Derve û bixwazin ku li ser Tirkiyeyê ambargo were danîn.
Svennelîng diyar kir, ew bawer dikin ku partiyên din jî destekê bidin pêşniyara wan û got, bi vî rengî Wezîra Karê Derve Ann Lînde di civîna Wezîrên Karê Derve ya Ewroapyê de li dijî sûcê mirovan a rejîma Tirk dikare helwesteke tund nîşan bide.
Wekîl Tony Haddou jî ji wekîltiyê xistina Gergerlîgolu şermezar kir û got ew ê ji bo têkoşîna azadiya girtiyan û HDP'ê piştevan bin.
Wekîl Lorena Delgado Varas jî diyar kir Tirkiye dixwaze HDP'ê bigire û got, ''Yekîtiya Ewropayê li dijî Tirkiyeya dîktator divê helwestê nîşan bide.''
Parlementer Alî Esbatî ku bi eslê xwe Îranî ye xwest ku cîhan bi rengekî xurt li pişt HDP'ê bisekine.