Parlamenta Hollandayê zextên li ser HDP'ê şermezar kir
Li Parlamenta Hollandayê, zextên li ser wekîlên HDP'ê, her wiha girtina endam û rêveberên partiyê hate şermezarkirin.
Li Parlamenta Hollandayê, zextên li ser wekîlên HDP'ê, her wiha girtina endam û rêveberên partiyê hate şermezarkirin.
Parlamentera Partiya Sosyalîst a Parlamenta Hollandayê Sadet Karabûlût bi pêşnûme pirsekê zextên li ser HDP'ê xiste rojeva parlamentê. Di nîqaşên têkildarî mijarê de zextên li ser HDP'ê hatin şermezarkirin û hate ragihandin ku girtina wekîl û rêveberên HDP'ê li pêşiya demokratîkbûnê dibe asteng.
Wekîlên Hollandî diyar kirin ku zext û girtina wekîlên HDP'î li Tirkiyeyê dibe asteng ku muxalefet wezîfeya xwe ya demokratîkbûnê pêk bînin û bi bîr xistin ku Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî nehatiye berdan.
Parlamenta Hollandayê ev helwesta dewleta Tirk şermezar kir û xwest ku li asta Yekîtiya Ewropayê ji bo berdana siyasetmedarên girtî hewldan bên kirin.