Parlamenta Ewropayê parêzbendiya li ser sê parlementerên Katalanî rakir -NÛ BÛ
Parlamenta Ewropayê serokê berê yê herêmê Carles Pûîgdemont ê ku Spanyayê biryara girtina wî dabû jî tê de parêzbendiya li ser sê parlamenterên serxwebûnxwaz rakir.
Parlamenta Ewropayê serokê berê yê herêmê Carles Pûîgdemont ê ku Spanyayê biryara girtina wî dabû jî tê de parêzbendiya li ser sê parlamenterên serxwebûnxwaz rakir.
Parlamenta Ewropayê di 9’ê Adarê de parêzbendiya li ser sê parlamenterên serxwebûnxwaz ên Katalan rakir. Serokê berê yê Katalonyayê Carles Pûîgdemont jî di nav wan de ye. Bi hinceta ku hewl daye di sala 2017’an de serxwebûnê pêk bîne derbarê Pûîgdemont biryara girtinê hatibû dayîn.
Di dengdanê de li hemberî 200 dengên dijber, bi 400 dengan rakirina parêzbendiya li ser parlamenteran hate rakirin. 45 parlementeran jî dengê notr dan. Partiya Gel a Rastgir (175 parlamenter), koma sosyalîst (145 parlamenter) û koma Ronesansa lîberal (97 parlamenter) rakirina parêzbendiya li ser parlamenteran pesend kiribûn.
Piştî referandûma di sala 2017’an de Pûîgdemont neçar mabû xwe bispêre Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye. Parlamenterê din Tonî Comîn li Belçîkayê sirgun e û Clara Ponsatî jî li Îskoçyayê dijî.
Bi biryara Parlementoya Ewropayê re dibe ku daxwaza dersînorkirinê careke din ji aliyê Brezîlyayê were lêkolîn. Dadgeha Îstînafê ya Belçîkayê di meha Çileyê de daxwaza dersînorkirinê red kiribû. Ev biryar ji bo serxwebûnxwazan wekî rewşeke ewle tê dîtin.