Parîs û Berlînê li dijî Tirkiyeyê 'helwesta hevpar' pêşniyar kirin

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan û hempîşeyê wî yê Elman Heîko Maas pêşniyara peymaneke nû ya 'transatlantîk' li serokê nû yê DYE'yê kirin. Di vê pêşniyarê de helwesteke hevpar a li dijî Tirkiyeyê jî cih digire.

Fransa û Elmanyayê bang li serokê nû yê DYE'yê Joe Bîden kir ku 'yekîtiya transatlantîk' xurt bike. Bernameya nukleerê ya Îranê û endamê NATO'yê Tirkiye jî di nav de.

Di gotara hevpar de ku li rojnameya Le Monde ya Fransayê, Washîngton Post a Emerîkî û Dîe Welt a Elman hate weşandin, Maas û Le Drîan gotin, "Ewropa û Emerîka divê bi hev re peymaneke nû ya transatlantîk ava bikin."

Her du wezîran gotin, "Hilbijartina Joe Bîden, li dijî welatên ku dixwazin li dijî hevsengiya herêmî, yan jî sîstema navneteweyî û otokrat hêza xwe ferz bikin, rê dide ku yekîtiya transatlantîk bê xurtkirin."

Wezîrên Fransayî û Elman gotin, "Gelek tişt hene ku divê bên tamîkirin" û balkêş bû ku navê Donald Trûmp jî qet bilêv nekirin.

Maas û Le Drîan gotin, "Em bang li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dikin ku li nêzîbûneke hevpar a li Îranê vegere, bi vî rengî ji bernameya nukleerî ya Îranê ya ji bo armancên aştiyane û pirsgirêkên din ên ku gefa vî welatî ya li ser ewlehiya me û herêmê bersiv bê dayin."

Maas û Le Drîan destnîşan kir ku li dijî Tirkiyeyê jî pêwîstî bi "yekîtiyeke mezin" heye û gotin, "Li hemberî helwestên Tirkiyeyê ku li Rojhilatê Derya Spî û deverên din pirsgirêkên mezin diafirîne, divê em xeteke hevpar diyar bikin."

Her du wezîran her wiha diyar kirin ku li hemberî xurtbûna Çînê divê ew bikevin eniyeke hevpar a pragmatîk ku ev yek li gorî berjewendiyên wan e.