Parêzer Yûsûf Erdogan: Divê daxwazên girtiyan tavilê bi cih bêne anîn

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Parêzer Yûsûf Erdogan anî ziman ku ew çalakiyên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê rewa û mafdar dibînin û got, "Divê dewlet ji bo bicihanîna van daxwazên rewa tavilê gavan biavêje."

ÇALAKIYÊN LI GIRTÎGEHAN

Hevberdevkê Komîsyoan Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Yûsûf Erdogan têkildarî berxwedana girtiyên siyasî ya li girtîgehan ji ANF'ê re axivî û got, "Li girtîtgehên Tirkiyeyê gelek girtiyan di 27'ê Mijdara 2023'an de dest bi greva birçîbûnê kirin û xwestin pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk bê çareserkirin, di serî de tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecrîda li hemû girtîgehan bê bidawîkirin. Heta 4'ê Nîsana 2024'an rayedaran ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan gaveke erênî neavêtin."

TECRÎD TÊ GIRANKIRIN

Yûsûf Erdogan anî ziman ku weke Komeleya Mafên Mirovan ji bo karibin berxwedan û daxwazên girtiyên siyasî ji raya giştî re ragihînin di nava hewldanan de ne û got, "Ji bo rakirina tecrîdê ya li gelek girtîgehan bi taybetî jî li Îmraliyê, me serdan li girtîgehan kirin û piştre jî raporên ku li ser mijarê amade kirin bi raya giştî re parve kirin. Her wiha têkildarî serlêdanên girtiyan ên der barê binpêkirina mafên mirovan de li komeleya me hatin kirin, me nivîs ji saziyên pêwendîdar bi taybetî jî ji Wezareta Edaletê re şandin. Lê belê kêmbûna van kiryaran li aliyekî, bi avakirina girtîgehên bi tîpa nû re tecrîd hîn girantir bû û belav bû."

DAXWAZEKE REWA YE

Yûsûf Erdogan diyar kir ku binpêkirina mafê mirovan li dijî girtiyên siyasî her roj zêde dibe û got, "Girtî ji bo bidawîkirina kiryarên ku me li jorê qalê kirin, gelek caran ketin greva birçîbûnê û niha jî di çalakiyên boykotê de ne. Lê belê rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan tên. Bi taybetî di destpêka çalakiyên greva birçîbûnê yên 27'ê Mijdara 2023'an destpê kirin, lêpirsînên dîsîplînê û sirgun li girtiyan hatin ferzkirin. Heta 4'ê Nîsana 2024'an gefa lêpirsînên dîsîplînê lê hate xwarin. Bi rengekî eşkere divê were gotin; weke ÎHD me ti carî grevên birçîbûnê û çalakiyên ku zerarê bide girtiyan qebûl nekir. Lê belê mijara ku divê bala miroven biçe ser daxwazên girtiyan e. Girtî li gorî destûra bingehîn û qanûnên dewletê, her wiha li gorî peymanên navneteweyî dixwazin ku tecrîda li Îmraliyê, tecrîda li hemû girtîgehan ji holê bê rakirin û bi vê armancê çalakiyê dikin. Bi dîtina me ev daxwaz rewa û mafdar e."

TECRÎD RÊBAZEKE ÊŞKENCEYÊ YE

Yûsûf Erdogan got, "Weke parêzvanên mafên mirovan em dibêjin ku tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye, divê ji holê bê rakirin" û destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiya civakî divê tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê bi taybetî ya li Îmraliyê ji holê bê rakirin.