BI DÎMEN

Parêzer Menzione: Azadiya Abdullah Ocalan wê aştiyê bîne Tirkiyeyê!

Parêzer Ezio Menzione anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê wê aştî û çareseriyê bi xwe re nîne û got, "Divê dewlet ji dil nêzî pêvajoyê bibe. Heta ku Ocalan girtî be û bê bêdengkirin, wê rageşî jî zêde bibe."

Rêber Apo 26 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîd û êşkenceyeke giran de tê girtin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, her tim hewl dide. Rêber Apo piştî hevdîtina ligel heyeta Îmraliyê, bi peyamên xwe ji raya giştî re diyar kir ku ew ji bo çareseriyê amad e ye. Hewldanên samîmî ya Rêber Apo, ji bo hemû beşan hêviyek nû ava kir, lê berdewamkirina polîtîkayên şer ên dewleta Tirk û bikar anîna zimanê dijminahiyê, fikar li ser pêvajoya heyî zêdetir dike.

Parêzerê Îtalyayî Ezio Menzione yê ku bi xebatên xwe yên li qada mafên mirovan û hiqûqa ceza tê naskirin, pêşketinên nû yên ku li dora çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tê ji ANF'ê re nirxand.

'PÊŞVEÇÛN GIRÎNG E'

Parêzer Ezio Menzione, bal kişand ser girîngiya nîqaşên nû yên li dora çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û got, "Şert û mercên ku Abdullah Ocalan ev bêhtirî 20 sal in lê tê ragirtin, rewşeke tevlîhev û zehmet e. Ew girav tenê ji bo Abdullah Ocalan hat dizyankirin. Piştre ji ber zexta Ewropayê 3 girtiyên din jî li cem Ocalan hatin bicihkirin.

Di hefteyên dawî da me hin guherîn ferq kirin. Ez ne li bendê me ku di demeke kurt de veguherîneke mezin pêk bê, lê liv û tevger heye. Divê ev geşedan bi baldarî werin nirxandin. Serokek hevalbendê Erdogan e û ji AKP’ê jî radîkaltir e pêşniyara "Çima Ocalan venaxwînin meclîsê ku armanc û rêbazên xwe reva bike?" kir. Ev rewşeke ku kesek ne li bendê bû.

Ev, nîşan dide ku tiştek guheriye. Ji sala 2019'an û vir ve cara yekê ye destûr ji parlamenteran re tê dayin ku biçin serdana Ocalan. Bi salan e hemû têkiliyên bi Ocalan re ku malbat û parêzerên wî jî di nav de ne, hatibûn astengkirin."

'BI TECRÎDKIRINA ÎMRALIYÊ RE AŞTÎ PÊK NAYÊ’

Parêzer Ezio Menzione, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêyên demokratîk û guhertina şert û mercên Rêber Apo hêviyek nû ava bûye û got, "Weke parêzerên pêşverû yên li Ewropayê, herî dawî ji bo heyetek Ewropayê biçe serdana Ocalan me serî li Wezareta Karên Hundir dan. Bi ya min israra Ocalan a ji bo aştiyê mafdar e. Ya wê dawî li tecrîda li Girava Îmraliyê bê anîn, ya jî li herêmên Kurdan ên li Tirkiyeyê wê ti carî aştî pêk neyê."

'HETA KU ABDULLAH OCALAN GIRTÎ BE WÊ ALOZÎ ZÊDE BIBE'

Parêzer Menzione, destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo wê pêvajoyê bi ser bixîne û got, "Heta ku Ocalan di girtîgehê de bê ragirtin û bêdengkirin, wê alozî her zêde bibe. Eger ew bi serbestî biaxive û siyasetê bike, dibe ku alozî kêm bibûya yan jî bi temamî biqediya. Em di sala 2015'an de di dema Mutabakata Dolmabahçeyê de li ber vê yekê bûn. Lê belê yê ku ji pêvajoyê paş ve gav avêt ne Ocalan bû, Tirkiye bi xwe bû. Û me hemûyan dît ku ji nîvê duyem ê wê salê çi qewimî: bombekirin, pevçûn û şer. Eger Tirkiye bi rastî jî aştî û aramiyê dixwaze, neçar e meseleye Ocalan bigire dest.”

'DEM EW DEME KU PÊŞÎ LI HÊZA TUNDIYÊ BÊ GIRTIN E’

Parêzer Menzione, anî ziman ku divê dewleta Tirk bêhtir samîmî nêzî pêvajoyê bibe û wiha domand, "Bêguman girîng e nîqaş bên kirin. Lê belê rewş ewçend kûr şikestî ye ku mirov her tim diaxivin, lê dema nîqaşê derbas bûye. Êdî dem hatiye ku pêşî li siyaset û hêza tundiyê bê girtin e. Divê ev nîqaş li platformên guncaw (li meclîsê, li welêt, li bajaran) bên meşandin.

Li bajarên ku Kurd dijîn piştî hevşaredar tên hilbijartin bi çend mehan, tên girtin û qeyûm tayînê cihê wan tê kirin. Em êdî rewşeke wiha qebûl nakin. Pêkanînên bi vî rengî aramiya her welatî xera dike û tişta ku bi salan e li Tirkiyeyê diqewime tam jî ev e."