Orsettî yê YPG'î li şaneşînan û medya civakî hate bîranîn

Şervanê enternasyonalîst ê YPG'î Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) di salvegera şehadeta xwe de li ser medya civakî û li şaneşînên malan hate bîranîn.

Şervanê Îtalyayî Lorenzo Orsettî ku par li Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser medya civakî hate bîranîn.

Çalakiya bîranînê ya girseyî ji ber şewbê hatibû taloqkirin. Hin qenalên televîzyonê û radyoyan bi dosyayên taybet ragihandin ku Orsettî nehatiye jibîrkirin.

Malbata Orsettî, hevrê û hezkiriyên wî li ser medya civakî peyam parvekirin û şervanê enternasyonalîst bi bîr anîn. Ji Îtalya û derveyî Îtalyayê bi sedan kesî bi peyamên bi dîmen Orsettî bi bîr anîn.

Bi taybetî gelek kesên li taxa Rifredî ya li Floransayê derketin şaneşînên xwe, dirûşma şoreşgerî "Bella Cîao" gotin. Şêniyên taxê ala YPG'ê vekirin.