Operasyonên qirkirina siyasî li Dûîsbûrgê hate protestokirin

Li Dûîsbûrg a Elmanyayê operasyonên qirkirina siyasî ku faşîzma AKP-MHP’ê îro li dijî HDP’ê pêk anî, bi çalakiyekê hate protestokirin.

Operasyonên qirkirina siyasî ku îro di seatên sibehê de faşîzma AKP-MHP’ê li dijî HDP’ê dayî destpê kirin, bi çalakiyekê li Dûîsbûrg a Elmanyayê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Konîgstrê hatin gelhev, zextên li ser siyaseta demokratîk protesto kirin.

Di mitîngê de li ser navê NCDK’ê Amara Çiya axivî.

Çiya got: “Biryara vê êrîşên qirkirina siyasî bi rêya polîtîkaya dagirkeriya îtifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya li Kurdistanê û pir vekirî tê dîtin ji aliyê desthilata li Qesrê ve hatiye dayîn. Ev rejîma faşîsta dijminê gelan, jinan, zarokan û azadîxwazan bi hiquqa xwe ya mêtînger dixwazin zextê li têkoşîna gelê Kurd bikin. Hemû hêzên milîtarîst ên dewletê bi hemû yasayên faşîst êrîş dike, dixwaze wekhev bike û çong bide danîn. Li ser vê bi êrîşên dijminahiya Kurdan ên qirkirinê dixwazin HDP’ê bêkêr bikin. Ev êrîşên li dijî îradeya bi milyonan kesan dixwazin ji gelê Kurd tolê hilînin.”

Di çalakiyê de Hevserokê AGÎF’ê Onur Guler, ji Dîe Lînke yê Ozden Ateş axivîn. Di çalakiyê de li ser dirûşmeyên, “HDP gel e, gel li vir e”, “Azadî ji bo girtiyên siyasî” berz kirin û bi bang ji bo tevlîbûna meşa li ber DGB Haûs a Dûîsbûrgê çalakî bi dawî bû.