Nobeta Azadî ji Abdullah Ocalan re di hefteya 570’î de ye

Nobeta ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hatibû destpêkirin di hefteya 570’î de didome.

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda girankirî ya li ser wî di 25’ê Hezîrana 2012’an de li Strasboûrgê Nobeta Edaletê dabû destpêkirin. Nobeta Azadiyê didome.

Taşdemîr Anli, Îsmaîl Coşkun Kîncal û Civan Akpolat ên ji Parîsê hatin, di hefteya 570’emîn de nobet dewr stendin.

 Koma diyar kir ku ev 2 sal in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayên  stendin û destnîşan kirin ku ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan her tim li vir bin.

Komê bal kişand ser êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê jî, diyar kir ku armanca van êrîşan tinekirina hemû destkeftiyên Kurdan e û got, “Lê em ê stûyê xwe xwar nekin. Heta ku em hebin em ê têkoşîna xwe bidomînin û heta Rêbertiya me azad bibe, wê têkoşîna me bidome.”