Kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.
Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.
Kolbernewsê ragihand ku doh li gundê Dûplûre yê herêma Serşîwê yê bajarê Merîwanê kolberê Kurd Arman Alîzade yê 31 salî ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.
Li gorî agahiyan Arman Alîzade ji gundê Gogce yê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bû. Arman Alîzade zewicî û bavê 2 zarokan bû.