BI DÎMEN

Akengîn: Dewleta Tirk ji bo pêvajo bi rengekî serketî pêş bikeve, divê gavên pêwîst bavêje

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mustafa Akengîn destnîşan kir ku dewleta Tirk divê bersiveke erênî bide pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin û ji bo pêvajo bi rengekî pêş bikeve, divê gavên pêwîst bavêje.

MUSTAFA AKENGÎN

Tevî ku 3 meh lî ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê re derbas bûn jî, hîna dewletê ti gavên şênber neavêtine. Bi taybetî jî tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mustafa Akengîn ji ANF’ê re axivî û wiha got, “Eger em giştî Tevgera siyasî ya Kurd ji berê heya niha binirxînin, beriya 30 salan Birêz Abdullah Ocalan ji bo berdana çekan û agirbestê bangek kiribû. Di 17’ê Nîsana sala 1993’yan de Turgut Ozal mir û pêvajo jî bi rengekî sekinî.

Lewma banga ku Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kirî, ne bangeke nû ye; beriya 30 salan jî heman tişt gotibûn. Gotinên Birêz Abdullah Ocalan beriya 30 salan çi bin, niha jî heman tişt in. Lewma em vê banga nû ji bo Tirkiyeyek nû weke hêviyekê dinirxînin.”

‘KURD XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKETIN’

Akengîn anî ziman ku gelê Kurd bi rengekî cidî xwedî li pêvajoya ku Rêber Apo dayî destpêkirin derket û wiha pêde çû: “Kurd xwedî li pêvajoyê derketine. Lê belê li eniya Tirkiyeyê, divê mirov pirs bike ka gelê Tirkiyeyê ji vê yekê re amade ye, yan jî ev yek qebûl kiriye. Li gorî min, tam berevajî Tirkiyeyeke ku ev pêvajo fêm nekiriye li pêşberî me ye. Zext û înkara li hemberî zimanê Kurdî û Kurdan hîna dewam dike. Bi rastî jî, banga Birêz Ocalan xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Divê mirov qîmet, wate û girîngiya vê yekê bizane. Di vî warî de, Kurd vê pêvajoyê dipejirînin û ji dil xwedî lê derdikevin.

Divê mirov vê jî beje: Di rewşa niha ya dewleta Tirk de ekonomi, hiqûq û exlaq têk çûye. Lewma fikarên min hene ka gelo ev hikûmet wê vê pirsgirêkê çareser bike yan na. Mixabin, hikûmeteke ku rewabûna xwe winda kiriye heye. Hêviyê min ji vê pêvajoyê heye; hêvî dikim ev pêvajo wê bi encam bibe û hesreta Kurdan jî wê bi dawî bibe.

Ji berê heta niha weke Kurd me ev pêvajo baş fêm kiriye. Divê êdî hikûmet bi rastî jî hinekê bi xwestek vê pêvajoyê bide destpêkirin. Kurd êdî wê neyên lîstokê. Lewma divê mirov bi aqlê selîm nêzî pêvajoyê bibe.”

‘EM JI BO AŞTIYEKE BI RÛMET BI ISRAR IN’

Akengîn diyar kir ku divê tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo demildest bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn û wiha got:

“Em ji berê heta niha, em dibinin ku Kurd nayên naskirin, hebûn û zimanê Kurdan bi temamî tê înkarkirin. Ji 1’ê Cotmehê ve Devlet Bahçelî bangek kir. Îşaret bi Birêz Abdullah Ocalan kir û got, ‘Bila were, mafê xwe yê hêviyê bi kar bîne û li Meclîsê biaxive’. Bila tiştên ji bo vê pêwîst bikin. Bila nîşanî me bidin ku ji bo vê mijarê çiqasî cidî ne.

Birêz Abdullah Ocalan di sedsala nû de vîzyonekê pêşkêşî Tirkiyeyê dike. Eger hûn tecrîdê rakin û hemû şert û mercan biafirînin; ew jî wê tişta dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Rêyeke din a vê tune ye. Eger bi rastî jî evane bên kirin, wê pêşiya Tirkiyeyê vebe. Bila demildest tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rakin. Weke gel û partî em vê yekê dixwazin. Ji bo aştiyeke bi rûmet em israr dikin.”