'Nobeda Azadiyê' bi koma ji Drancy dewam dike
Çalakiya Nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê pêk tê, bi koma Kurdistaniyên ji bajarê Drancy dewam dike.
Çalakiya Nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê pêk tê, bi koma Kurdistaniyên ji bajarê Drancy dewam dike.
'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê Kurdistaniyên ji banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê ve tê meşandin.
'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya 454'an de ye. Sê Kurdên ji banliyoya Drancy dest bi çalakiyê kirin. Vedat Çelîk, Suleyman Kuren û Bulent Amed cihê xwe di nava koma nû ya çalakgeran de digirin.
Vedat Çelîk bi navê komê axivî û bi bîr xist ku gelê Kurd zêdeyî 40 sal in ji bo hebûnê têdikoşe û heta serketinê wê têkoşîna xwe ya azadiyê dewam bike.
Vedat Çelîk got, "Rêber Apo bi komployeke navneteweyî radestî dewleta Tirk hate kirin. Eger hîn jî azad nebûye ev yek ji bo gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê şerm e." Vedat Çelîk diyar kir ku Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd e û divê tavilê azad bibe.
Çelîk ragihand ku gelê Kurd 9 sal in li pêşiya saziyên Ewropayê hewl didin komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dike rawestîne û anî ziman, Ewropa Tirk sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurda jinedîtî ve tê û li şûna mafên mirovan û azadiyê giraniyê dide ser berjewendiyên xwe yên bazirganiyê.
Vedat Çelîk greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî silav kir ku li dijî tecrîdê tê lidarxistin û anî ziman ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, divê CPT tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Çelîk destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û gelê Kurd bibe xwedî mafên xwe yên bingehîn wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Çelîk got, "Bêyî têkoşînê tiştek bi dest nakeve" û bang li gelê Kurd kir ku li her devera lê ye rabe ser piyan û tevlî têkoşînê bibe.
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku 9 sal in li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê pêk tê, di nava gelê Kurd de li Ewropayê çalakiya herî demdirêj û dîrokî ye. Di çalakiyê de li ser jiyan, têkoşîn û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok li Ewropiyan tên belavkirin. Çalakî her roj saet di navbera 08:00-17:00 de pêk tê.