Nivîskar û Şaîrê Swêdê Peter Cûrman wefat kir

Dostê gelê Kurd û hejarana nivîskarê Swêdî Peter Cûrman ê 80’ê salî li Stockholmê wefat kir.

Peter Cûrman ê ji sala 1960’an û vir ve şiîr û pirtûkan dinivîse, dîsa di gelek rojnameyan de gotarên wî hatin belavkirin, rewşnebîrekî gelê Kurd û gelên din ên hejar bû.

Pirtûka şiîran a yekem a Cûrman sala 1965’an derket, di nava wan salan de li rojanameya Experessen a yek ji rojmaneyên mezin a Swêdê bû, weke rexnegir kar kir.

Di sala 1967’an de li gel komek nivîska Navenda Nivîskaran vekir, salên 1988 ta 1995’an serokatiya wê kir. Sala 1980’î jî li rojnameya Aftonbladet a yek ji rojanemay herî xwedî traj bû erka şefê çandê kir.

Di navbera salên 1995 ta 2006’ê jî serokatiya Desteya hevkariya rêxistinên pîşeyî ya Wêje û Çandê ya Swêdê kir.

Cûrman ê di semînerên binpêkirinên mafan ên li Tirkiye û Kurdistanê weke axaftvan tevlî bû, li gel rewşenbîr û siyasetmedarên din ên Swêdî, îmzeya xwe danîn binê daxuyaniyên ku êrîş û zextên dewleta Tirk şermezar dikin.

Cûrman Tebaxa 2014’an dema ji ANF’ê re axivî bû Rojnamevan Denîz Firat a ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Mexmûrê de şehîd bûbû, diyar kiribû ku şehîda şoreşê ye, ragihandibû ku piştevaniya gelê Kurd dike.

Cûrman ê binpêkirinên mafên mirovan û azadiya çapemeniyê ya dewleta Tirk dike şermezar kir, herî dawî li gel 16 şaîr û rewşenbîrên Swêdî îmzeya xwe li binê belavoka ku ceza dayîna ji derhênerên belgefîlma Bakur û Nû Jin Çayan Demîrel û Ertûgûrl Mavîoglû şermezar dike.