Newroza Londonê: Em ê bi ruhê gerîla faşîmzê têk bibin

Li Londonê Cejna Newrozê bi dirûşma “Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike“ bi hezaran kes hatin ba hev û gotin: “Di hilbijartina 14’ê Gulanê de em ê bi ruhê gerîla faşîzmê têk bibin.“

Li paytexta Îngilistan Londonê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan hatin ba hev û Cejna Newrozê pîroz kirin. Newroz bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd bi dirûşmeya “Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike“ li Finsbury Parkê hat pîrozkirin. Qada Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Mîr Perwer, Abdûrrahman Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin, şehit Fatma Onûr (Kinda Zîn), Karasûngûr Kanîreş (Zubeyir Teymûroglû) û şervanê YPG’ê yê Îngilîz hat xemilandin.

Li qada Newrozê Civaka Îslamiya Kurdistanê, Partîzan, MLKP, Navenda Çanda Tohûm, Heyva Sor a Kurdistanê, Roj Women û komeleyên herêmî û rêxistinên çep ên şoreşger, ji bo dilsoziya bi mexdûrên erdhejê re li standên ku vekirin, pirtûk û xwarin firotin.

Di Newroza ku Kurdistanî herikîn qadê de ciwanan tîşortên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe kirin. Di Newrozê de ku ciwan cil û bergên gerîlayan tercîh dikin, jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî reng dan qadê. Li qadê rengên Kurdistanî serdest bûn, li dijî dewleta Tirk hêrs û bertek hebû.

Ji bo giyanê şehîdan û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Di pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vire“, “Bijî Newroz”, “Qatîl AKP, qatîl Erdogan”, “Jin jiyan azadi” û “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” hat berzkirin.

‘DEM DEMA AZADIYÊ‘

Di pîrozbahiyê de ewilî Koma Sersî derket li ser dikê stranên xwe gotin. Piştî Koma Sersî, li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Baran Pazarcik û Turkan Bûdak axaftinên vekirinê kirin. Hevserokan di axaftinên xwe de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û gotin: “Newroz giyanê Zekiye û Rahşanan e. Newroz azadî ye, vejîna li dijî înkar, zilm û dagirkeriyê ye. Faşîzma Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê gelê me di bin kavilên erdhejê de hiştin û bû sedem ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin. Bi hevgirtinê em ê birînên gelê xwe bipêçin, em ê vê pergala faşîst hilweşînin. Îro Rêber Apo di bin tecrîdê de ye. Em ê di Newroza îsal de di şexsê Rêber Apo de bi şîara ‘Dem dema azadiyê’ tecrîdê bişkînin û di şexsê Rêber Apo de wê gelê me azad bibe.“

‘EM BI RUHÊ GERÎLA DIKARIN BI SER BIKEVIN‘

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê Îbrahîm Avcil jî axivî. Avcil anî ziman ku faşîzm ne li ser sindoqan, li kolanan, bi têkoşîn û serhildana şoreşgerî dikare bê tinekirin û got: "Tişta ku ji me re lazim e ne ruhê hilbijartina 14'ê Gulanê ye, ruhê Gazî, Sûr, Cizîrê û ruhê gerîlayên li çiyên azad e. A ku me bi ser bixe ev e.“

Ehmed Muslim ku li ser navê Rojava axivî, bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û girîngiya têkoşîneke topyekûn a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma dewleta Tirk a li ser Kurdistanê.

BAYDEMÎR: EM Ê HESABÊ JÊRZEMÎNÊN CIZÎRÊ BIPIRSIN

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr jî xîtabî girseya gel kir. Baydemîr bi bîr xist ku di erdheja li navenda Kurdistanê de bi deh hezaran kes ji ber faşîzma dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane, hevgirtina gelan a heta niha nîşan daye, pîroz kir. Baydemîr bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê û wiha got: “Em ji niha û pê ve divê di her alî de em amade bin. Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê, divê her Kurdek, her aktîvîstek ji bo hesabê kesên li Cizîrê di jêrzemînan de hatin şewitandin û qetilkirin, hesab ji Erdogan û ji vê rejîma faşîst bixwaze bikeve nava tevgerê.“ Baydemîr, axaftina xwe bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ bi dawî kir.

Di Newrozê de parlamenterên Partiya Karker Bambos Charalambous û Katherine West axaftinek kin kirin, Newroza gel pîroz kirin û peyama "Hevgirtinê bidomînin" dan.

Serokê berê yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn axaftinek kir. Corbyn bi bîr xist ku qetlîameke hovane ku bi giranî bandor li gelê Kurd kir pêk hat û got: "Îro ez careke din kesên li wir jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim û diyar dikim ku em ê ji bo kesên ku di konan de ne û di nava şert û mercên giran de ne, em ê hevgirtina xwe bidomînin.“

‘JI BO AŞTIYÊ JI OCALAN RE AZADΑ

Corbyn anî ziman ku gelê Kurd di têkoşîna xwerêveberî, demokrasî û azadiyê de wêrek û bi biryar e û got: “Em careke din dibêjin, ji bo aştiyê ji Ocalan re azadî. Bijî gelê Kurd, bijî Kurdistan.” Corbyn axaftina xwe bi gotina “Ji Kurdistanê re aştî, ji Ocalan re azadî” bi dawî kir. Di vê navberê de bi hezaran kesan dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Piştî axaftinan hunermend Diyar, Nûarîn, Nasir Rezzazî û Koma Zelal derket li ser dikê û stran gotin.