Qubat Talebanî: PKK’ê derî li pêş qonaxeke nû vekir
Cîgirê Serokê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qûbat Talebanî, der barê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê got, “Derî li pêş qonaxeke nû vekir.”
Cîgirê Serokê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qûbat Talebanî, der barê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê got, “Derî li pêş qonaxeke nû vekir.”
Cîgirê Serokê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî der barê encama Kongreya 12’emîn a PKK’ê de peyamek da.
Qubad Talebanî di peyama xwe de got: “Partiya Karkerên Kurdistanê bi kongreya xwe ya 12’emîn berpirsyartiya xwe ya li beramberî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi cih anî û derî li pêş qonaxek nû vekir.
Talebanî got, “Hêvîdarin hikûmet, saziyên hiqûqî û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî sûd ji vê derfetê bibînin da ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi rêyên yhiqûqî û aştiyane bê çareserkirin.”