BI DÎMEN

Newroza Frankfûrtê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' destpê kir

Kurdistanî û dostên wan bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' li Newroza Frankfûrtê li hev kom bûn.

Newroza Frankfûrtê

Newroza îsal ji aliyê KON-MED’ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku 10’ê Cotmeha 2023’yan ji aliyê dostên Kurdan ve li seranserî cîhanê hate destpêkirin, bi dirûşmeya “Newroz Azadî ye, Azadiya Te Azadiya Me ye” tê pîrozkirin.
Pîrozbahî li Rebstockparkê pêk tê. Bi hezaran kesên ji eyaletên cuda yên Elmanyayê herikîn qada Newrozê.
Li qada ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, posterên şehîdên Newrozê jî hatin vekirin.


Li qadê teknîka şer a nû ya HPG'ê ya li dijî balafirên bêmirov SÎHA’yê jî bi dirûşmeyan hate slavkirin. Li qadê gelek caran dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" tên berzkirin û gerîla tên silavkirin.
Jin û mêr bi cil û bergên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn, ciwan jî alên YPG-YPJ’ê û PKK'ê hilgirtin.
Newroz piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
BERNAMEYA NEWROZÊ
Bernameya Newrozê wê bi vî rengî dewam bike:
*Axaftina Hevserokên KON-MED'ê (Rûken Akça-Kerem Gok)
*Federasyona KAWA wê gel silav bike
*Koma Rojava (Koma Muzîkê)
*MAD ART (koma muzîkê)
*Daxuyaniya Tevgera JIN
*Berfîn Mamedova (Muzîk)
*Sînevziyon
*Seyda Perînçek (Muzîk)
*Axaftina nûnerên dostên Kurdan
*Deza Amed (Muzîk)
*SPD
*FOAD GOLNASAB (Muzîk)
*Govend
*Koma Çarnewa (Muzîk)
*Janin Wisslr (Armand Zorn MDB-SDP-FRAKTION Endama Bundestag)
*Lawje (Muzîk)
*Riyad ABO (Muzîk)
*Lgbo Qamîşlo."