BI DÎMEN

Newroza Şehît Ronahî û Bêrîvan li cihê ku çalakî pêk anîn hat pîrozkirin

Ji bo Ronahî û Bêrîvanê li cihê ku çalakiya xwe pêk anîn hatin bibîranîn û hat gotin: “Em soz didin heta ku em sax bin em ê dilsozên bîranînên wan bin û di vê oxirê de xebatên xwe hîn mezintir bikin.”

Ronahî (Bedrîye Taş) û Bêrîvan (Nîlgûn Yildirim) ên ku di 22'ê Adara 1994'an de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li dijî polîtîkayên dewleta Elman ku têkoşîna rewa ya azadiya gelê Kurd krîmînalîze kir bi şewitandina bedena xwe nemir bûn, di 30’emîn salvegera şehadeta xwe de li cihê ku çalakiya xwe li dar xistin hatin bibîranîn.

Di bîranîna ku ji aliyê endamên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mannheîmê ve li ser navê KOMAW'ê hate lidarxistin ev axaftin hatin kirin. “Hevalên Şehîd Ronahî û Bêrîvan, çalakiyên xwe li ser erdekî di nava van her du çeman de pêk tînin, bi awayekî sembolîk Dîcle û Firat e û ji ber vê yekê jî Mezopotamyayê nîşan didin; Yanî ji hesreta wan a Kurdistanê der tê. Bi nîşandana dilsoziya xwe ya bi Kurdistanê re, peyama dijminên Kurdan dan ku heke pêwîst bike dikarin heyîna xwe yên herî binirx, canê xwe jî feda bikin.

Divê helwest, şêwaza çalakiyê û dema van her du jinên Kurd ên leheng ên ku afirînerên vê çalakiya giranbiha ne rast bên xwendin û analîzkirin. Rewşenbîr, nivîskar-wênesaz, derhêner û hunermendên ku dikarin giraniya bedelê azadiyê li ser bingehek rast analîz bikin û berhemên mezin ji vê çalakiyê biafirînin hene. Em soza xwe dubare dikin ku em ê heta dawiya jiyana xwe li ser bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bin û em dubare dikin ku em ê her dem xebatên xwe ji bo vê armancê berfireh bikin.”

Di bîranînê de ji bo Elmanên ku ji wir derbas bûn der barê çalakiya şehîd Ronahî û Bêrîvan de agahî hatin dayîn. Bi dehan welatparêz bi dorê gul danîn û find vêxistin li cihê bîranînê. Di bîranînê de Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şehîdên Azadiya Kurdistanê hate pîrozkirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” berdewam kir.