BI DÎMEN

Newroz li Viyana û Grazê bi girseyî hate pîrozkirin

Li bajarên Viyana û Grazê yên Awûstûryayê Newroz ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin.

PÎROZBAHIYA NEWROZÊ YA LI VIYANAYÊ

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Grazê Newroz ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin.

VIYANA

Kurdistaniyên li Viyana û bajarên derdorê ji bo pîrozkirina Newrozê li salona Gasometerê li hev kom bûn. Salon bi alên YPJ, YPG, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, qala dîroka Newrozê û girîngiya wê ya ji bo gelê Kurd hate kirin. Endama Meclîsa Jinê ya Avesta Nûrcan Guleryuz Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got, "Bi mizgîniya ji gerîla hat, Newroza îsal bû xwedî wateyeke cuda. Bila îsal bibe sala azadiya Rêber Apo."

Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek jî Newroz li her kesî pîroz kir û anî ziman ku gelê Kurd wê hîn bêhtir xurt bibe.

Piştî axaftinan hunermend Delîl Xidir hunera xwe pêşkêş kir.

Di pîrozbahiyê de peyama bi dîmen a Defend Kurdistan jî hate nîşandan.

Hunermend Hîvron, Nûarîn, Bengîn Agirî û Bajar bi stranên xwe coş dan pîrozbahiyê. Girseya gel jî bi kincên xwe yên neteweyî govend gerand.

GRAZ

Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê Newroz bi tevlîbûneke xurt û bi coş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Pûchstrasse de pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin û daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd hate kirin.

Bernameya pîrozbahiyê piştî deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Piştre bi dorê Koma Ahmet Elban, Koma Dem û Şivan Perwer derketin ser dikê.

Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut jî Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gerîla pîroz kir.

Pîrozbahî bi govenda li ber stranên Koma Dem'ê bi dawî bû.