Newroz li Viyana û Bordeaûxê hate pîrozkirin

Li bajarê Viyana yê Awûstûryayê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê Newroz hate pîrozkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Newroz bi pêşengiya FEYKOM'ê hate pîrozkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe li Gasometerê li hev kom bûn û Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle li çalakiyê axivî û diyar kir ku di vê hilbijartinê de hêzên azadî û demokrasiyê wê ji bo hilweşandina sîstema faşîst heta jê tê bixebitin. Piştî Dîcle, Nûnera HDP'ê ya li Elmanyayê Leyla Îmret û nûnerê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Ahmet Zîrek axivîn.

Serokê Parlamenta Viyanayê Ernst Woller jî li çalakiyê axivî û diyar kir ku ew piştevanê Kurdistaniyan e. Endamê Konseya Neteweyî Harald Troch jî got, "Dema ku li Hewlêr, Rojava, Amed û Îranê dibêjim demokrasî û azadî ya bi hev re, bêguman ev tê wateya têkçûna dîktatoriyan a bi Erdogan re."

Di pîrozbahiyê de Şivan Perwer, Şehrîbana Kurdî, Dîlan Top, Şiyar Mûnzûr û Koma Dem derketin ser dikê û Kurdistaniyan jî li ber stranên wan govend gerandin.

BORDEAÛX

Newroz li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî û destnîşan kir ku dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Her wiha diyar kir ku hilbijartinên bê wê bibe hilbijartinên Newrozê.

Di pîrozbahiyê de Agrîn Azad, Zîlan Nar, Denîz Esmer û hunermendên herêmê hunera xwe pêşkêş kirin. Her wiha tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.