Newroz li Stavrapol û Krasnodarê hate pîrozkirin

Kurdên li Rûsyayê cejna Newrozê li herêmên Stavrapol û Krasnodarê pîroz kirin.

STAVRAPOL

Kurdên ku li herêma Stavrapolê li Mala Çandê ya li gundê Razdolnoye ya li navçeya Novoaleksandrovskê bi wesîleya cejna Newrozê konserek lidar xistin. Kurdan û dostên wan eleqeyek zêde nîşanî pîrozbahiyê dan. Pîrobahî bi deqeyek rêzgirtinê û sirûda Ey Reqîp destpê kir. Alîkarê Şaredariya Novoaleksandorvsk axivî û Newroza gelê Kurd û gelên din pîroz kir.

Hevserokê Otonomiya Kurd a Novoaleksandorvsk Huseyîn Ahmedov axaftina vekirinê kir û diyar kir ku Newroz bi saya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ji nû ve wate qezenc kir û bi saya şehîdan îro gelê Kurd li cîhanê hemûyê bi awayek bi heybet dikarin cejnên xwe pîroz bikin. 

Hunermendên herêmî û mêhvan û komên Rûs jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Hunermendên herêmî Mehmûd Rûstamov, Barî Osmanov û Koma Kulîlkên Rojê û Koma Arî jî tevlî bûn. Her wiha bi muzîk û stranên hunermendên mêhvan Mesûd Med û Koma Kurdistan, girseyê heta derengiyê saetê, kêf kir.

KRASNODAR

Kurd û dostên wan li salona Opera Palas a li bajarê Krasnodarê hatin ba hev û Newroz pîroz kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Serokê Otonomiya Kurdan a li Herêma Krasnodar Ankosî Îşxan, endamê KNK’ê ya Rûsyayê û Endama Tevgera Jinên Kurd Dîlbera Wekîl di pîrozbahiyê de axivîn.

Axaftvanan destnîşan kir ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê Kurd bûne yek û li dijî dijminên Kurdan bi serketî bûne. Axaftvanan Newroza 50’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin ku wê bi vê wesîleyê têkoşînê hîn geştir bikin.

Hunermendên herêmî Barî Yûsûbov, Romîk Mamoyan, Barî Osmanov, Gulîzer Şaxbazova û koma folklorê ya Bêrîvan û hunermendên mêhvan Mesûd Med û Koma Kurdistan jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî heta saetên derengî bi gerandina govendê dewam kir.