Newroz li Lînzê bi coş hate pîrozkirin

Li herêma Lînzê ya Awûstûryayê Kurdan tevî dostên xwe Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahî roja Şemiyê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Di pîrozbahiyê de Kurd û dostên xwe li hev kom bûn. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle li pîrozbahiyê qala wateya dîrokî û rojane ya Newrozê ji bo Kurdan kir.

Dîcle her wiha bal kişand ser hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku hêrzên demokrasî û azadiyê ji bo hilweşandina vê sîstema faşîst wê bi hemû hêza xwe bixebitin.

Dîcle got, "Dengekî jî dengek e, carna dengek çarenûsê diguherîne" û işaret bi girîngiya vê hilbijartinê kir.

Şehrîbana Kurdî, Serhado, Rizgar Akan û Koma Den derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Hunermend Hozan Comert jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî tevlî pîrozbahiyê bibe.