NCDK-Stockholmê kongreya xwe ya 13’emîn li dar xist

NCDK-Stockholm’ê bi dirûşmeya “Tecrîdê bişkîne, faşîzmê têk bibe û Kurdistanê azad bike” 13'emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Stockholmê (NCDK-Stockholm) bi beşdariya piranî endam û nûnerên xwe bi dirûşmeya “Tecrîdê bişkîne, faşîzmê têk bibe û Kurdistanê azad bike” 13'emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bi riya Skype di kongreyê de axivî. Kartal beriya axaftina xwe xêr hatina beşdaran kir û got: “Bi 25 saliya dîlgirtina Rêber Apo re dikevin sedsaliya Peymana Lozanê. Lewma pêwîste em Rêber Apo azad bikin û peymana Lozanê têk bibin. Bi ketîna sedsaliya Lozanê re rejîmên li herêmê ketina nava hewldanên tunekirina gelê Kurd. Yekane tişta ku ev daxwaza rejîmên dagirker têk bir, berxwedana gerîla û gelê me bû.”

Kartal di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser encamên hilbijartinê û wiha got: “Hêviyên mezin hebûn ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têk biçe. Lê desthilatdariya zordet ji ber ku hemû derfetên dewletê xistiye bin berjewendiyên xwe, bi fîtne û fêlbaziyan serkeftineke sexte xistiye destê xwe. Ji xwe di bihara were de hilbijartinên herêmî hene, ev yek ji bo gelê Kurd û ji bo gelên alîgirê demokrasiyê derfeteke pir mezin e. Pêwîste em bi berxwedan û têkoşîna xwe, sîstema heyî neçarî riyên çareseriyê bikin ku hilbijartinekê pêşwext çêbibin. “

Kartal îşaret pê hewldana dorpêçkirina Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir û got: “Tirkiye bi riya PDK û hikumeta ji hev ketî ya Iraqê û bi hêza NATO’yê re dixwaze îradeya xelkê wargehê bişkîne û têxe nava girtîgeheke vekirî. Divê em xwedî li Mexmûrê derbikevin.”

Kartal têkîldarî kongreyê wiha axivî: "Ev kongre avakirina îradeya gel e. Pêwîste ji karên berê tecrube bê wergirtin û bi armancên mezintir nêzî kar û xebatên xwe bibin.”

Piştî axaftina Remzî Kartal, rapora karê salane hate xwendin û li ser kar û xebatan nirxandin hatin kirin. Piştî nirxandinan endamên nû yên meclîsê hatin hilbijartin. Rûken û Letîf weke hevserokên nû yên NCDK-Stockholmê soza xwe ya ji bo xebatên saleke dan.

Kongre bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.