Nakokiya Yekîtiya Ewropayê û Londonê ya li ser kontrolê

Brîtanyaya Mezin li gel peymana bi Yekîtiya Ewropayê re, kontrola li ser sînorê Îrlanda Bakur şidand. Ev yek bû sedema nerazîbûna Brukselê.

Li gorî peymana ku Qraliyeta Yekbûyî piştî derketina ji endametiya Yekîtiya Ewropayê îmze kir, Brîtanya Mezin wê ji 1'ê Adarê û pê ve dawî li kontrola berhemên xurekê yên bi Îrlanda Bakur re bianiya. Lê belê Brîtanya Mezin a ku ji Skoçya, Gal, Îngilistan û hin giravan pêk tê, dema kontrola xurekan a bi Îrlanda Bakur re heta 1'ê Cotmehê dirêj kir.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Li gorî komîsyonê, peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Brîtanya Mezin ku ji 1'ê Çileya 2021'ê û pê ve kete meriyetê, tê binpêkirin. Alîkarê serokê komîsyonê Maros Sefcovîc diyar kr ku biryara yekalî ya hikumeta Brîtanyayê 'cihê fikaran e'.

Rêveberiya Brîtanyayê jî diyar dike ku ji bo şîrket xwe li gorî guhertinên piştî Brexîtê sererast bikin, dema kontrolê hatiye dirêjkirin.